Rojnameger Ayva hate girtin 2024-01-26 09:10:42   STENBOL - Rojnameger Ahmet Ayva piştî erêkirina cezayê bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hate girtin.    Di sala 2018’an de bi îdiaya “heqaret li Erdogan kiriye” derheqê rojnameger Ahmet Ayva de lêpirsîn hatibû destpêkirin. Lêpirsîna behsa xeberê di pêvajoa dozê de veguherandin “propagandaya rêxistinê.” Ji bo Ayva 3 sal û nîv ceza dihat xwestin û piştî erêkirina ceza, hate girtin.