Derheqê nûçegihana me Durgut û 17 jinan de doz hate vekirin 2024-01-26 10:16:31   ŞIRNEX - Derheqê nûçegihana me Zeynep Durgut û 17 jinên di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê de hatin derbkirin û binçavkirin de doz hate vekirin. Hat îdiakirin ku tundiya polîsan “bipîvan e û peywira wan e.”    Jinên ku bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê bi pêşengiya Tevegera Jinên Azad (TJA) li qada Omer Kabak a Şirnexê hatibûn cem hev, xwestin meşê li dar bixin. Lêbelê polîsan êrişî jinan kirin. Li gel 17 jinan, her wiha nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Zeynep Durgut, Omer Akin û nûçegihana JINNEWS’ê Rozerîn Gultekîn jî hatin binçavkirin. Kamera û trîpotên rojnamegeran hatin şikandin.   Binçavkirî, piştî îfadeyê hatin berdan. Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê derheqê nûçegihana me Zeynep Durgut û jinên bi navên Asiye Akin, Asuman Kulter, Ayşe Kulter, Ayşete Atabey, Bedriye Katar, Elfesya Nas, Emîne Ozek, Evîn Erden, Guler Yerbasan Tunç, Hatîce Durmuş, Kadrîye Katar, Hatîce Durmuş, Kiymet Acar, Meryem Eşkara Songul Erden, Songul Kuçuk û Zîlan Yaman de bi îdiaya "Bêçek beşdarî civîn û meşên derqanûnî bûne û tevî hişyariyê jî bi xwe belav nebûne" îdianame amade kir û pêşkeşî Dadgeha Cezayên Giştî ya Şirnexê kir. Dadgehê jî îdianame qebûl kir û danişîna ewil a dozê da 22’yê adarê.   DERP KIRIN Û SÛCDAR DÎTIN   Di îdianameyê de hat îdiakirin ku ji bo jinên dixwestin li qadê daxuyaniyê bidin sê caran hişyarî hatiye kirin ku belav bibin lê li hişyariyê nehatiye guhdarîkirin û li ser vê yekê jî mudaxile hatiye kirin. Her wiha di îdianameyê de derbkirin û binçavkirina jinan weke “kiryareke bipîvan û rayeya polîsan” hate nîşandan. Di berdewamê de hat îdiakirin ku aktîvîsta TJA'yê Guler Tunç li mertalên polîsan xistiye û ev yek weke sûc hate nîşandan.    ‘NIKARIN BÊDENG BIKIN’    Têkildarî mijarê rojnameger Zeynep Durgut axivî. Durgut, diyar kir ku dema çalakiya jinan a 25’ê Mijdarê dişopandin rastî êrişê hatine. Durgut, wiha got: “Lê belê beriya ku jin bên binçavkirin, em hatin derbkirin û binçavkirin. Ji bo ku tundiya wan neyê qeydkirin, em hedef hatin girtin. Kamera û trîpotên me şikandin. Lê mixabin doz ne li kesên em derb kirin, li me anku kesên hatine derbkirin vekirin. Em bi vê biryarê matmayî neman. Bi van lêpirsînan wê nikaribin rastiyan veşêrin. Tevî hemû zextan jî em ê bibin dengê jin, ciwan, zarok û raya giştî. Yên ku hesab dikin ku dikarin bi lêpirsîn û dozan me bêdeng bikin, şaş in."   JI BO 2 ROJNAMEGERAN BIRYARA NEŞOPANDINÊ   Her wiha derheqê rojnameger Omer Akin û Rozerîn Gultekîn de jî biryara neşopandinê hate dayin.