Ji Meterolojiyê ji bo 31 bajaran hişyariya berfê 2024-01-26 10:56:50 NAVENDA NÛÇEYAN - Meteorolojiyê ji bo 31 bajaran bi qodên zer û pirteqalî hişyarî hate kirin.    Miduriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ji bo 31 bajaran bi qodên zer û pirteqalî hişyarî kir. Li gorî nirxandinên dawî tê payîn ku li bajarên Bolû, Kastamonû, Karabuk, Zongûldak, Bartin, Duzce, Sakarya, Hatay, Xarpêt, Çewlîg, Mûş, Bedlîs, Şirnex, Colemêrg, Edene, Wan, Erzîngan, Dêrsim û Meletiyê berfeke zêde bibare.    BAJARÊN HIŞYARÎ LÊ HATIN KIRIN    Bajarên bi qodên zer û pirteqalî hişyarî lê hatin kirin wiha ne: Semsûr, Agirî, Çewlîg, Bedlîs, Bolû, Amed, Xarpêt, Erzîngan, Erzirom, Dîlok, Colemêrg, Qers, Kastamonû, Meletî, Mêrdîn, Mûş, Sakarya, Sêrt, Dêrsim, Riha, Wan, Zongûldak, Baybûrt, Êlih, Şirnex, Bartin, Erdexan, Karabuk, Kilîs, Osmaniye û Duzce.