DEM Partî: Danasîna namzetan dê di 29’ê çileyê de bê kirin 2024-01-26 14:04:42 ENQERE - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan diyar kir ku xebatên wan ên li bajarên tê mereqkirin didome û wiha got: “Dê namzetên deverên pêşhilbijartin lê hatiye kirin di 29’ê çileyê de bên danasîn. Dêrsim bêyî DEM’ê nabe û ji DEM’ê nayê veqetandin.”    Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan têkildarî civîna Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya partiyê ku du rojan dom kir, li navenda giştî ya partiyê daxuyanî da.    Dogan, bi boneya 9’emîn salvegera rizgarkirina Kobanê bal kişand ser gotina Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan a “Vaye Kobanê jî ha ket ha dikeve” û wiha got: “Tevî van jî Kobanê hate rizgarkirin û 9’emîn salvegera wê ya ji rizgarkirina ji tarîtiya DAIŞ’ê ye. Salvegera rizgarkirina Kobanê li hemû gelan pîroz be.”    DANASÎNA NAMZETAN DI 29’Ê ÇILEYÊ DE YE    Bi domdarî Dogan bal kişand ser pêşhilbijartinên li bajarên Kurdistanê û ev tişt anî ziman: “Ev pêvajo temam bû. Me ne tenê namzetên hevşaredariyê ne hilbijartin. Her wiha endamên meclisan jî hatin erêkirin. Me gotibû ku dê rêzê ji bo encaman bigirin. Hem me hem jî gel tişta diket ser milê wan pêk anî. Dê civîna danasînê di 29’ê çileyê de li Amedê bê kirin. Her wiha dê namzetên herêmên ku diyarkirina wan ji bo meylê hatibû hiştin jî dê di 29’ê çileyê de li Amedê bên nasandin.”    BAJARÊN TÊN MEREQKIRIN    Têkildarî stratejiya li Stenbolê jî Dogan wiha got: “Ji hilbijartinên 2019’an cudatir, stratejiya me ne ew e ku bi aliyekî bidin qezenckirin an jî bidin windakirin. Stratejiya me qezenckirin e. Stenbol, Edene, Mûgla, Aydin, Qers, Mêrsîn, Hatay, Dêrsim; me ev bajar bi taybet nehilbijartine. Lê raya giştî herî zêde van bajaran mereq dike. Têkildarî van bajaran em pir hûr û kûr dixebitin. Nîqaşên têkildarî van bajaran hêj didomin. Lê xebatên me yên di çarçoveya lihevkirina bajar de jî didomin. Heta niha heta astekî pêşketin çêbûye. Em li gel wê ne ku gel bi ser kevin.    DÊRSM BÊYÎ DEM PARTIYÊ NABE   Di rewşeke ku xebatên piralî yên partiyê didomiyan, têkildarî Dêrsimê daxuyaniyek hate dayîn. Em dizanin ku Dêrsim bêyî DEM Partiyê nabe û ji DEM Partiyê nayê veqetandin. EMEP, SMF, Eniya Ked û Azadiyê û TÎP’ê ragihandin ku wan tifaq çêkirine. Di vê navberê de hevdîtinên me didomiyan. Xebatên me yên di çarçoveya stratejiya bajar de didomin. Dêrsim jî di nava van bajaran de ye. Dêrsim ji bo me xwedî cihekî taybet e. Di dema berê de bi rêya qeyûm ji destê me hatibû derxistin. Di rewşeke wiha de wêneyê dawî yê bi navê ‘Tifaqa Dêrsimê’ di raya giştî de rê li ber pirsan vekiriye. Dibêjin ‘me ava kir û hûn werin.’ Di demeke ku hevdîtin didomin de ev helwest xebatên heyî bypass dike.”    PIRSA TÊKILDARÎ BAŞAK DEMÎRTAŞ    Li ser pirsa têkildarî namzetiya Başak Demîrtaş a ji bo Stenbolê jî Dogan wiha got: “Başak Demîrtaş rêhevala me ye. Di hilbijartinên gulanê de li qadê li gel me xebitî. Heke bixwaze daxilî siyasetê bibe, bêguman dê ev der DEM partî be. Jixwe Başak Demîrtaş bi xwe bi vekirî dibêje; ‘ Partiya me heta niha pêşniyareke wiha nekiriye. Heke bike ez amade me.’ Heke rojekê bixwaze siyasetê bike, heke bixwaze bibe namzet, navnîşana wê DEM Partî ye.”