Der barê nûçegihanê Rojnameya Yenî Demokrasiyê Çita de biryara berdanê 2024-01-26 18:36:26   DÊRSIM - Dadgehê biryara berdana Nûçegihanê Rojnameya Yenî Demokrasiyê Erhan Çita da ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmar 1 a Xarpêtê girtî ye.    Nûçegihanê Rojnameya Yenî Demokrasiyê yê Dêrsimê Ertan Çita ku li Dêrsimê di serdegirtina malê de hatibû binçavkirin û di 5'ê Cotmeha 2023'yan de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "ji bo rêxistinê peydakirina aboriyê" hatibû girtin, serbest hat berdan.   Di danişîna navberê de derbarê Çita yê di Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmar 1 a Xarpêtê de, biryara berdanê hat dayîn.