Dadgeha Erziromê malpera webê ya Rojnameya Xwebûnê asteng kir 2024-01-26 22:30:27   AMED  - 2’yemîn Dadgeha Ceza ya Sûlhê ya Erziromê malpera webê ya Rojnameya Xwebûnê asteng kir.   2’yemîn Dadgeha Cezayê ya Sûlhê ya Erziromê malpera webê ya Rojnameya Xwebûnê ku li bakurê Kurdistanê tekane rojnameya kurdî ye, asteng kir. Xwebûn, 23’yê kanûnê 2019’an hejmara yekemîn bi manşeta “Heke zimanê te erzan be…” gihişt ber destê xwînerên xwe. Ji wê rojê ve Rojnameya Xwebûnê rastiyê gelek astengkirinan hatibû. Du sal berê jî malpera Rojnameya Xwebûnê hatibû astengkirin û di encama îtîrazan de biryara astengkirinê paş ve hatibû kişandin.