ROJEVA 27'Ê ÇILEYA 2024'AN 2024-01-27 09:00:09     * Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Kerem Canpolat derbarê “Meşa Mezin a Azadiyê” de ku dê di navbera 1’ê sibatê û 15’ê sibatê de bê lidarxistin ev bang kir: “Werin destên xwe bidin me û ji bo şikandina tecrîdê, çareseriya pirsgirêka kurd û pirsgirêkên giştî yên welatê me tev li meşa me bibin.”   * Hevserokê Desteya Tendûristiyê ya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê Bijîşk Mehmed Nûr bi lêv kir ku ew tenduristiyeke civakî esas digirin û wiha got: “Di nexweşxaneyên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê de gel bê perê û bi zimanê xwe yê dayikê tê dermankirin.”    * Derket holê ku bi giştî deynê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku di bin rêveberiya qeyûmê de ye, 3 milyar û 679 milyon û 382 hezar û 988 TL ye.   * Serokê Giştî yê TÎHV'ê Metîn Bakkalci ku got "li Îmraliyê pergaleke înfazê ya pir cuda tê sepandin" destnîşan kir ku divê tecrîda mutleq a li Îmraliyê bê rakirin.   * Li Amedê polîsan milê parêzer Hakîm Marol şikandibûn. Dîmenên bûyerê derketin holê. Di dîmenan de tê dîtin ku polîs ji bo milê Marol bişikîne heya ji destê wî tê milê wî ba dide.    * Endamê OHD’ê parêzer Serdar Tum anî ziman ku fikarên têkildarî şertên tenduristiyê yên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kûrtir dibin û ji bo Girava Îmraliyê ya weke “lekeya reş a hiqûqê” bi nav dike banga ku ji kontrolê re bê vekirin kir.    * Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Alimên Amedê dê li Eywana Konferansê ya Avahiya Xizmetê ya DESOP’ê “Konferansa Îslama Demokratîk” li dar bixe. (10.00) ZINDΠ   * Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû dê beriya civîna hevserokên bajaran ên jin li Navenda Giştî ya DEM Partiyê civîna çapemeniyê li dar bixe. (10.00) ZINDΠ   * Nobeta Edaletê ya li gelek bajaran hatiye destpêkirin berdewam dike. (11.00-18.00)    * Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin bipirsin û bi daxwaza faîl bên darizandin dê çalakiya xwe ya 983’emîn ku her hefte li Qada Galatasarayê pêk tînin dê dar bixin. (12.00)   * Li Amed, Colemêrg û Êlihê dê çalakiya “Bila Windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” bên lidarxistin. (12.00)    * Têkildarî rewşa girtiyên nexweş dê li Wan, Stenbol û Enqereyê daxuyanî bê dayîn. (13.00-13.30)