Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Canpolat: Ji bo çareseriyê tev li meşa me bibin 2024-01-27 09:01:52 AMED - Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Kerem Canpolat derbarê “Meşa Mezin a Azadiyê” de ku dê di navbera 1’ê sibatê û 15’ê sibatê de bê lidarxistin ev bang kir: “Werin destên xwe bidin me û ji bo şikandina tecrîdê, çareseriya pirsgirêka kurd û pirsgirêkên giştî yên welatê me tev li meşa me bibin.”   Partiyên siyasî û rêxistinên girseyî yên demokratîk ragihandin ku dê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin, çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk û rakirina tecrîdê, dest bi meşê bikin. Meş dê ji 1’ê sibatê heta roja salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê bê lidarxistin û dê 75 aktivîstên mafên mirovan di meşê de cih bigirin.    Hevserokê Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED) Kerem Canpolat têkildarî meşê axivî û banga xwedî derketinê kir.    ‘EV MEŞ MEŞA AZADIYÊ Û AŞITIYÊ YE’   Canpolat, da zanîn ku ew dê di 1’ê sibatê dest bi ‘Meşa Mezin a Azadiyê’ bikin. Canpolat, destnîşan kir ku armaca wan şikandina tecrîda li ser Girtîgeha Îmraliyê û hemû girtîgehên din e. Canpolat, diyar kir ku ev meş meşa azadiyê, aşitiyê ye û wiha berdewam kir: “Em dixwazin balê bikişînin ser çareseriya pirsgirêka kurd û tecrîda li ser Girava Îmraliyê. Em pirsgirêkên vî welatî bi tecrîdê ve girê didin, lewma em dibêjin ku em ê tecrîdê bidin şikandin. Ji bo ku ev tecrîd bê şikandin û aramî û aşitî bê welatê me, em ê di van 15 rojan de bimeşin.”   DÊ JI DU MILAN VE DEST BI MEŞÊ BIKIN   Canpolat, anî ziman ku piştî van 15 rojan jî dê çalakiyên wan ên demokratîk bidomin. Canpolat bang li raya giştî kir û axaftina xwe wiha bi dawî anî: “Em bang li raya giştî jî dikin ku werin destên xwe bidin me û ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û pirsgirêkên giştî yên welatê me tev li meşa me bibin. Dê çalakiya me ji du milan ve dest pê bike. Milek ji Qersê milek jî, ji Wanê dê dest pê bike û dê hêdî hêdî li welat bigere. Li bajaran jî li bajarokan jî meş bigihije ku derê dê li wir bimîne û hem rêxistina xwe bike hem jî dê bi gel re bên cem hevdû. Li hemû cihan jî em dixwazin balê bikşînin li ser tecrîda li ser Girava Îmraliyê.”   MA / Bazîd Evren - Mujdat Can