Deynê qeyûmê Wanê 3 milyar TL'yî derbas kir 2024-01-27 09:03:19   WAN - Derket holê ku bi giştî deynê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku di bin rêveberiya qeyûmê de ye, 3 milyar û 679 milyon û 382 hezar û 988 TL ye.   Bi biryara Wezareta Karên Navxweyî di 19'ê Tebaxa 2019'an de qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya di bin rêveberiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de bû hat kirin. Gava rêveberiya HDP'ê şaredariyê dewr girt milyar û 100 mîlyon lîreyî deynê şaredariyê hebû û rabû qismekî deyn bi hêza xwe ya xweser da. Qeyûmê ku piştî nêzî 5 mehan careke din hat tayinkirin, deynê şaredariyê 3 qatan zêdetir kir.    QEYÛM BI KREDIYÊ DEYNAN DIDE   Qeyûmê ku di navbera salên 2017-2023'an de bi milyonan lîre kredî kişand, hema bêje her meh ji bo hesabên şaredariyê neyên astengkirin biryara "berjewendiya cemaweriyê" dide. Hat hînbûn ku di navbera Tebaxa 2019’an û Îlona 2023'yan de qeyûm bi biryara meclisa tayinkirî ji bankeyan kredî kişandiye. Hat zanîn ku deynê şaredariya di destê qeyûm de, bi giştî 3 milyar û 697 hezar û 382 TL ye.   ŞAREDARÎ DEYNDARÊ HEMÛ BANKEYAN E   Şaredariya di bin rêveberiya qeyûmê de deyndarê xezîneyê, saziyên din ên cemaweriyê (SGK û bac), Îller Bankasi, bankeyên din ên navxweyî, krediyên ji derve hatine kişandin û stokên deynan ên din e. Heta meha dawî ya sala 2023'yan deynê SGK û bacê yê li şaredariya Bajarê Mezin a di bin rêveberiya qeyûm de 120 milyon û 38 hezar û 318 TL, deynê Îller Bankasiyê yê li şaredariyê 202 milyon û 422 hezar û 636 TL û deynê bankeyê din ên li şaredariyê milyar û 607 milyon û 350 hezar û 676 TL bû. Deynên din jî milyon û 771 hezar û 915 TL bû. Li gor dîmena ku derket holê ku rêveberiya qeyûm ji banke, SGK û deverên din milyar û 954 hezar û 550 TL pere deyn kiriye.    Her wiha qeyûm saziyên girêdayî şaredariyê jî di nava deynan de hiştiye. VASKÎ ya girêdayî şaredariyê 938 milyon û 450 hezar û 372 TL; şîrketa BELVAN 32 milyon û 82 hezar; şîrketa Mavîkent 33 hezar û 57 hezar û 392 TL deyndar e. Deynê saziyên din ên girêdayî şaredariyê jî bi giştî milyar û 4 milyon û 889 hezar û 787 TL ye.    MA / Rûken Polat