Li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê gel bê pere û bi zimanê dayikê tê dermankirin 2024-01-27 09:14:04 RIHA - Hevserokê Desteya Tendûristiyê ya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê Bijîşk Mehmed Nûr bi lêv kir ku ew tenduristiyeke civakî esas digirin û wiha got: “Di nexweşxaneyên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê de gel bê perê û bi zimanê xwe yê dayikê tê dermankirin.”    Di sala 2011’an de şerê navxweyî yê Suriyeyê destpêkir, pişt re gelek hezên paramîlîter li herême derketin holê û dest bi qirkirina gelan kirin. DAIŞ’a ku arteşa du dewletan nekarîn pêşiya wê bigirin, li Kobanê Yekineyên Parastina Jinan (YPJ) û Yekineyên Parastina Gel (YPG) pêşî lê girt û ji bo hemû gelên cihanê bûn rûmeta mirovahiyê. Berxwedana dîrokî ya YPG’ê û YPJ’ê bi taybetî ji bo gelê kurd û ji bo hemû gelên herêmê rûpeleke nû vekir. Piştî têkbirina DAÎŞ'ê li bajarên Rojavayê Kurdistanê di 19’ê Tîrmeha 2012’an de di serî de gelê kurd û gelên li herême dijîn bi navê “Şoreşa Rojava” pêngavek dan destpêkirin. Piştî Şoreşa Rojava Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê hat damezrandin û li dijî pergala modernîteya kapîtalîst li ser fikra Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tovên Modernîteya Demokratîk ku, demokrasî, ekolojiyê û azadiya jinê esas digire li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê hatin reşandin. Pergala Modernîteya Demokratîk ku li dijî rêveberiya desthilata yek kesî ya Netew Dewletê rêveberina gel a Netewa Demokratîk esas digire, bi Meclisên Gel û komînan tê birêveberin.    Bi şoreşa Rojava re gelek guhertin jî li herême pêşketin. Binesaziyên herêmê û bajarên ku di êrişan de hilweşiya bûn ji nû ve hatin avakirin. Ji bo avakirina jiyaneke nû û civakeke bi hev re giredayî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê nexweşxane, dibistan, zanîngeh, Meclisên Gel, komînên aboriyê hatin avakirin. Yek jî ji van pergala tendûristiyê ye. Li ser esasên Neteweya Demokratîk, tendûristiya bê perê û civakî hat esas girtin û Desteya Tendûristiyê ya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê hat damezrandin. Piştî damezrandina Desteya Tendûristiyê, nexweşxaneyên ku di şer de hatin ruxandin hatin tamîrkirin û li rex wan nexweşneyên nû hatin çêkirin. Li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê bi giştî 24 nexweşxaneyên giredayî Rêveberiya Xweser û 61 jî nexweşxaneyên taybet xizmeta gel dikin. Gelên li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê di van nexweşxaneyan de bi zimanê xwe yê dayikê xizmeta tendûristiyê werdigirin û piranî nexweşxanê jî bê perê xizmeta gel dikin.    Hevserokê Desteya Tendûristiyê ya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê Bijîşk Mehmed Nûr tekildarî Pergala Tendûristiyê ya Modernîteya Demokratîk ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.     'HER QAD KARÊ XWE BI XWE BI RÊ VE DIBE'   Dr. Mehmed Nûr anî ziman ku nexweşxaneyên ku xizmeta gel dikin li bajar û kantonên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê hatinê belav kirin û wiha got: “Piştî ava bûna Rêveberiya Xweser hewldanên saziyên xizmetê hatin destpêkirin. Piştî şoreşê û bi avabûna Rêveberiya Xweser re Desteya Tenduristiyê hat avakirin. Li gor pergala li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê em navendîbûnê naparêzin. Pergalake demokratîk e û her qad karê xwe bi xwe bi rê ve dibe. Desteya Tenduristiyê jî li bajar û kantonan belav bûye û kar û xebatên tenduristiyê pêk tîne. Aliyê wê yê malî jî giredayî meclîsên wan cihan in. Her qad plansaziya xwe bi xwe dike û li gor wê tevdigere. Her qad pêdivî û pewistiyên xwe li gor xwe diyar dike û li gor pêwistiyan tevdigerê.”   MEZÛNÊN TIBÊ YÊN YEKEM   Bi domdarî Nûr da zanîn ku di sala 2023’yan de yekem mezûnên Fakulteya Tibe ya Zanîngeha Rojava ku piştî Rêveberiya Xweser hat ava kirin derçûnê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di Zanîngeha Rojava de Fakulteya Tibê heye. Di sala 2023’yan de cara ewil 20 bijîşk ji van fakulteyan mezûn bûn û li gorî pêdiviya nexweşxaneyan em ê wan li nexweşxaneyan belav bikin. Her wiha Peymangehên Tendûristiyê hene û di wan peymangehan de jî hemşîrê tên perwerdekirin û li herême Şehbayê cara yekem 20 kes mezûn bûn, di demên pêş de ew jî dê bên peywîrdarkirin. Li Zanîngeha Reqayê Fakulteya Hemşîretiyê heye, kesên di van fakulteyan de 4 salan dixwînin. Di salên pêş de pergala tendûristiyê dê bê guherandin û li ser meclisan wê bê birêvebirin. Di van Meclisan de hemû beşên civakê wê cih bigirin û biryarên xwe bistînin.”   'GEL BÊ PERÊ TÊ DERMAN KIRIN'   Nûr, destnîşan kir ku ew tendûristiyeke civakî esas digirin û wiha pê dê çû: “Di piraniya nexweşxaneyan de gel bê perê tê dermankirin û hinek nexweşxane jî ji bo bikarin xwe bi rê ve bibin pir kêm perê ji nexweşan distînin. Ew jî ji bo nexweşxane bikarin xizmetê ji gel re bikin hejmareke sembolîk tê standin. Hemû gelên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê bi zimanê xwe yê dayikê li nexweşxaneyan tên dermankirin. Mirovek dema ji bo xizmetê tê nexweşxaneyan, hemû ziman li nexweşxaneyan hene, li gor zimanê xwe li wir bijîşk û hemşîreyan dibîne. Divê xizmeta tenduristiyê bi zimanê dayikê yê mirovan bê pêşkeşkirin ji ber wê jî di nexweşxaneyên me de hemû zimanên gelên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê hene.”   PERGALA TENDÛRISTIYÊ YA MODERNÎTEYA DEMOKRATÎK   Di berdewama axaftina xwe de Nûr cûdahiya pergala tendûristiyê ya Modernîteya Demokrat û ya modernîteya kapîtalîst wiha nirxand: “Pergala Tenduristiyê ya Neteweya Demokratîk û ya modernîteya kapîtalîst pir cûda ye. Pergala tenduristiyê ya modernîteya kapîtalîst li ser bazirganiyê hatiyê ava kirin û perçebûnek di wê de heye. Nexweşiya derûnî û ya bedenî cûda digirin dest. Lê di pergala tenduristiyê ya Modernîteya Demokratîk de di navbera tenduristiya bedenî û ya derûnî de temam bûnek heye. Gelek nexweşiyên bedenî hene ku sedema wan derûnî ye. Ji ber wê jî cûda nayê girtin, însan li ku jiyan dike, hawirdora we/î û şert û mercên civaka di nav de dijî cûda nayê girtin. Her wiha Pergala Tenduristiyê ya Modernîteya Demokratîk civakî ye. Yanî xizmeta tenduristiyê ne ji bo peran ji bo baş bûna mirovan tê dayin. Li dijî îstîsmarê ye. Divê tenduristî bi zimanê dayikê bê dayîn û xwe gihandina tendûristiyê hesan be. Pîvanên me ev in.”   'DEWLETA TIRK NEXWEŞXANE HEDEF GIRTIN'   Nûr bal kişand ser êrişên dewleta tirk ku nexweşxane hedef girtibûn û axaftina xwe wiha qedand: “Di êrişên dawî yên dewleta tirk de nexweşxane jî hatin hedefgirtin. Di êrişên berê de nexweşxaneyeke ji bo koronayê hedef hat girtin. Di êrişên dawî de jî îstasyoneke oksîjînê hedef hate girtin. Her wiha navenda şûştina gurçikan (diyalîz) jî hedef hat girtin û gelek nexweşên gurçikan bê derman man. Li Kobanê Navenda Tendûristiyê hate bombekirin. Ew êriş bi zanebûn pêk tên. Bi sedan nexweş bê derman man û jiyana wan jî ket xetereyê. Tenê ne nexweşxane jî îstasyonên av û ceyranê jî hatin hedef girtin.    Ji nexweşxaneyan re av û ceyran jî hewce ye. Ji ber wê jî bandoreke mezin li nexweşxaneyan bû. Ew qas zagonên navneteweyî ku ji bo parastina binesazî û tendûristiyê derketine hatin binpêkirin. Lê dewlet û saziyên navneteweyî li dijî vê yekê hatin binpêkirin. Ka li ku ne ew dewletên hegemon? Çima çavên xwe ji van êrişan re digirin. Hedef girtina nexweşxane û saziyên sivîl yek ji sûcê şer e. Dewleta tirk bi êrişkirina binesazî û nexweşxaneyan van sûcên şer pêk tîne. Saziyên ku eleqedar û dadgehên navneteweyî çima bêdeng in. Rola xwe nalîzin bi bêdengiyê re ew jî dibin hevkarê van êrişan. Em vê yekê wisa şîrove dikin. Baweriya me li qanûnên navneteweyî û saziyên navneteweyî tune ye. Her ku Rêveberiya Xweser ji bo xizmeta gelê xwe dixwazê gavan biavêje, bi zanebûn dijminê vê paradîgmayê û gelan êriş dike ku gavên hatinê avetin bi paş ve bibe. Lê li dijî van êrişan gelê li vir bi paş ve gav naavêje û wê li ser şopa vê paradîgmayê be.”     MA / Mahmût Altintaş