Li Îzmîrê bi pileya 5.1 erdhej çêbû 2024-01-27 09:18:21 ÎZMÎR - Li perava Behra Egeyê ya li navçeya Menderesê bi pileya 5.1 erdhej çêbû.    Di Behra Egeyê de erdhejek çêbû. Li gorî agahiyên Serokatiya Rêveberiya Rewşa Lezgîn û Karesatê (AFAD) saet di 08.19’an de li perava Behra Egeyê ya navçeya Menderesê, bi pileya 5.1 erdhej çêbû. Erdhej bi kûrahiya 8.51 kîlometreyan di bin erdê de çêbû.    Îzmîr û bajarên derdorê jî bi erdhejê hesiyan.