Malpera Xwebûnê hate astengkirin 2024-01-27 10:26:35 AMED - Malpera rojnameya Xwebûnê ya bi kurdî tê weşandin, ji hêla 2’yemîn Dadgeriya Ceza ya Sûlhê ya Erziromê ve hate astengkirin.    2’yemîn Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya Erziromê têketina malpera rojnameya kurdî ya Xwebûnê asteng kir. Dadgeriyê derbarê hinceta astengkirina malpera rojnameyê ya “xwebûn1.org” de tu agahî parve nekir.    Hat zanîn ku parêzerên Rojnameya Xwebûnê dê derbarê biryara dozgeriyê de, di 29’ê çileye de îtîrazê bikin. Xwînêrên rojnameyê dikarin li ser "https://xwebun.org/" malpera rojnameyê bişopînin.