Prz. Ozturk: Êdî peyva ‘tecrîdê’ jî hatiye asta ku bê tecrîdkirin 2024-01-27 16:14:22   ÎZMÎR - Yek ji parêzera Buroya Hiqûqê ya Asrinê Raziye Ozturk diyar kir ku êdî peyva “tecrîdê” jî hatiye asta ku bê tecrîdkirin û anî ziman ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tevî van şartan jî paradîgmayeke ku hemû pirsgirêkan çareser bike û rêyên çareseriyê afirandin.   Tevgera Jinên Azad (TJA) li eywaneke dawetê ya li navçeya Bûca ya Îzmîrê bi mijara “Azadiye” panelek li dar xist. Li eywanê pankarta bi kurdî û tirkî li ser “Bi jin jiyan azadiyê re ber bi azadiyê ve” dinivîsî û wêneyên Denîz Poyrazê hatin daliqandin. Ji bilî parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Îzmîrê Bûrcûgul Çûbûk gelek welatî beşdar bûn. Beriya panelê jinan li ber stranên kurdî yên hatin lêxistin goveng gerandin. Gelek caran dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin.    Di panela ku moderatoriya wê parlamentera DEM Partiyê ya Îzmîrê Burcugul Çûbûk kir de endama Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Fatma Demîrer û yek ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê weke axivêr, beşdar bûn.   Endama Şaxa OHD’a Îzmîrê Fatma Demîrer a ewilî axivî, diyar kir ku tecrîd cureyekî îşkenceyê ye û wiha got: “Em tenê li girtîgehan û qereqolan bi tecrîdê re rû bi rû dimînin? Tecrîd dûrxistina mirov a ji civakê ye. Tecrîd cureyekî îşkenceyê ye.”   ALIYÊN TECRÎDÊ YÊN CIVAKÎ Û EXLAQΠ   Demîrer, bal kişand ku 3 sal in ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan agahî nayên wergirtin û destnîşan kir ku ev yek nikare li gorî hezkirina an jî heznekirina mirovekî were eyarkirin û mafên hiqûqî hene. Demîrer, diyar kir ku tiştekî zêde naxwazin, tenÊ dixwazin qanûn bên sepandin û wiha got: “Li dijî me pergaleke ku ji pêkanîna hiqûqeke hesan jî aciz heye. Pergala tecrîdê ya bandorê li hemû qadan dike heye. Em bi awayekî hiqûqî tişta ji destê me tê dikin lê mesele ne tenê ne ev e. Aliyên vê yên civakî û exlaqî jî hene. Ji bo me ya girîng ew e ku li dijî şikandina vîna me deng derxistine.”   OZTURK: HATE XWESTIN KU SIYASETEKE BÊYÎ OCALAN WERE AFIRANDIN    Yek ji parêzera Buroya Hiqûqê Sedsalê Raziye Ozturk jî qala pêvajoya komploya navnetewî kir. Ozturk, da zanîn ku di vê pêvajoyê de parêzerên Abdullah Ocalan jî hatin girtin, bi parêzeran re hevdîtin nehatin kirin û Abdullah Ocalan herî dawî di 25’ê adara 2021’an de bi malbata xwe re axivî ye. Ozturk, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lê tevî şertên tecrîdê yên wiha paradîgmayeke ku hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê çareser bike û rêyên çareseriyê afirandin. Her ku wan zext kirin berxwedana xwe domand. Xwestin wî bi gelê kurd bidin jibîrkirin û bandora wî ya polîtîk bidin kêmkirin. Her wiha weke rêbazeke şerê taybet hate xwestin ku siyaseteke bêyî Ocalan were kirin û kurdê pergalê were avakirin.”   BANDORÊN ÎMRALIYÊ    Ozturk, anî ziman ku ev bêhiqûqiya 25 sal in hatiye avakirin belavî hemû civakê bûye û anî ziman ku tecrîd bandorê li hemû girtîgehan dike. Ozturk, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Pergala înfazê ya girankirî ku di kesayeta Îmraliyê de hatiye pêşvebirin, niha li ser bi hezaran girtiyan tê pêkanîn. Bêdengiya li dijî Îmraliyê bû sedem ku bêhiqûqî bibe pergalek û mayînde bibe. Berdin têkoşîna li dijî tecrîdê êdî peyva ‘tecrîdê’ jî hatiye asta ku bê tecrîdkirin.”   Panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.