Li nûçegihanê me Altintaş xistin 2024-01-27 18:30:05   SEMSÛR - Nûçegihanê MA'yê Mahmut Altintaş ê hat binçavkirin, dema sewqî edliyeyê hat kirin rastî êrişa 5 polîsan hat. Altintaşê ku lêva wî teqiya, ji bo wergirtina raporê rakirin nexweşxaneyê.   Nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Mahmut Altintaş ku danê sibehê li Yenî Mahalle ya navenda Semsûrê dema nûçe dişopand hat binçavkirin, dema sewqî edliyeyê dihat kirin rastî êrîşa 5 polîsan hat.   Altintaşê ku bi hinceta der barê wî de biryara binçavkirinê heye birin Midûriyeta Polîsan a Bajêr, bi hinceta bi parvekirinên lis er medyaya sanal bi "propagandaya rêxistinê" hat sûcdarkirin. 19 parvekirinên Altintaş wekî sûc hatin hesibandin.    Parvekirina nûçeyên MA Kurdî û rojnameya kurdî ya heftane Xwebûnê yên li ser êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûc hatin hesibandin. Altintaş da zanîn ku wergerên tirkî yên nivîsên bi kurdî yên ji aliyê Google Translateyê ve hatine çêkirin ne rast in û ew rast kirin û got ku parvekirinênb wî di çarçoveya derbirîna azadiya fikr û ramanê de ne.    Piştî kar û barên li midûriyeta polîsan Altintaş sewqî Edliyeya Semsûrê hat kirin. Altintaşê ku nexwest serê xwe li ber deriyê edliyeyê bitewîne, ji aliyê 5 polîsên ku êrişî wî kirin rastî lêdanê hat û lêva wî teqiya. Altintaşê ku lêva wî teqiya, ji bo wergirtina raporê rakirin nexweşxaneyê.