ROJEVA 28’Ê ÇILEYA 2024’AN 2024-01-28 09:00:02   * Welatiyan diyar kir ku ji bo qeyûm biçin dê dengê xwe bidein DEM Partiyê û gotin: "Ji ber ku neheqî û bêedaletî tune ye, rast dixebitin. Lewma dengê me dîsa ji bo DEM'ê ye."   * Mehmet Emîn Guzel, birayê Mehmet Denîz Guzel ê ku 30 sal in girtiye û înfaza wî ji ber cezayê hucreyê hatiye şewitandin, diyar kir ku binpêkirinên mafan ên li girtiyan tön ferzkırın ne li derî tecrîda li ser Abdullah Ocalan ne.    * Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Mêrsînê Gazî Încî anî ziman ku bi qasî ku li girtîgehên Herêma Çukurovayê tespît kirine herî kêm 63 girtiyên nexweşîna wan giran ji ber nêzîkatiya biçûkxistinê ya rêveberiyên girtîgehan dest ji mafê xwe yê dermankirinê berdane.   * Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku şaredarî 3 milyar û 679 milyon TL di bin deyn de hiştiye, neguhêzbarên dawî yên li navçeyên Artemêtan û Tûşbayê jî da ber firotinê.    * Qeyûmên li Şaredariya Êlihê hatin tayînkirin, li gel rakirina vebijêrka zimanê kurdî her wiha bi tayînên derusûlî, îhaleyên pêşkeşî alîgirên xwe kirin, firotina neguhêzbaran û bi polîtîkayên xwe yên li dijî xwezayê her ti rojevê de bûn.    * Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan beriya civîna hevserokên bajaran dê daxuyaniyê bide. (10.00) ZINDÎ   * Greva birçîbûnê ya li Rêxistina DEM Partiyê ya Enqereyê hatiye destpêkirin dê di roja 4’an de bidome. (10.00)   * Nobeta Edaletê ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li gelek bajaran hatiye destpêkirin dê îro jî bidome. (11.00-17.00)    * Dibistana Marksîzmê dê li Navenda Hunerê ya Mordemê ya li Amedê, bi sernavê “Hilbijartinên herêmî û siyaseta kurd” çalakiya kursiya serbest li dar bixe. (13.00)    * Şanoya Bajar a Amedê dê lîstika “Mirin di Xewê de bû” li dar bixe. (13.30)