Welatiyên Amedê: Em ê raya xwe bidin DEM Partiyê 2024-01-28 09:02:13   AMED - Welatiyên Amedî diyar kirin ku ji bo qeyûm biçin dê dengê xwe bidin DEM Partiyê û wiha gotin: "Ji ber ku neheqî û bêedaletî tune ye, rast dixebitin. Lewma dengê me dîsa ji bo DEM'ê ye."   Tevî ku di hilbijartinên herêmî yên 2019'an de li Amedê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi rêjeya ji sedî 62,9'ê dengan şaredariyê bi dest xistibû jî, qeyûm tayînî şaredariyê hatibû kirin. 4 sal in şaredarî ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin. Gelê Amedê bertek nîşanî polîtîkaya qeyûman da û amade ne ku di 31'ê Adarê de bi Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partiyê) bersiva vê yekê bidin.    Welatiyên li Amedê ku hilbijêrên DEM Partiyê lê zêde ne, diyar kirin ku ew ê biçin ser sindoqan û xwedî li vîna xwe derkevin. bikin. Ji welatiyan Serhat Orûç da zanîn ku DEM Partî ji bo gel dixebite û wiha got: “Partiyên din guh nadin me. Eger hûn li Amedê anketekê bikin dê ji sedî 80’yê gelê kurd dengê xwe bide DEM Partiyê." Orûç bertek nîşanî qeyûman da û got: “Pergala heyî, qeyûm tayîn dike. Em HDP'ê hildibijêrin, AKP tê û qeyûm tayîn dike. Di hilbijartinên Stenbolê de tu pirsgirêk nîn e, lê çima dengên ku li herêmên kurdan hatine dayîn nayên qebûlkirin? Ev, berî her tiştî ji bo gelên Tirkiyeyê şerm e. Ez ê dîsa wek şexs dengê xwe bidim û dengê xwe bidim DEM Partiyê. Eger hilbijartinek bê kirin û ew hilbijartin esas neyê girtin qeyûm bê tayinkirin, ez dibêm gele desthilat biguhere. Em pir nerehet in."   XWEDIYÊN ŞAREDARIYÊ   Mûzaffer Kocamanoglû anî ziman ku hem ji desthilatê hem jî ji qeyûmên Amedê ne razî ne û got: “Ji bo em qeyûm û kesên tayînkirî ji holê rakin, em dixwazin şaredariyê bidin xwediyên wan ên rast in. Ji ber ku welatî li benda kesên ku bi rastî dê xizmetê bikin sekinîne. Tiştekî ku ev bikin tune ye, karê wan xwarin e. Lewma divê her kes ji boşandina qeyûman biçe ser sindoqê û dengê xwe bi kar bîne."    'DENGÊ XWE BIDIN XWE'   Welatiyê bi navê Ahmet Înanç jî diyar kir ku ew ê dengê xwe bidin DEM Partiyê û wiha got: “Wijdanê min dibêje, ev qas zilm êdî bes e. Zilm li me kirin, me dengê xwe nekir, niha dest bi kuştina me kirine, êdî bes e. Li Amedê ji bilî xwarin û xerckirina pereyan tiştekî din nîn e. Amedê ji bo alîgirên xwe îstismar dikin. Ên xweyî wijdan dê deng bi kar bînin û dengê xwe bidin xwe."    Mûazzez Pîran jî nerazîbûna xwe ya ji bp tayînkirina qeyûman anî ziman û got: "Ez tayînkirina qeyûman şermezar dikim." Pîranê diyar kir ku ew ê dengê xwe bidin DEM Partiyê û bang li welatiyên Amedê kir ku dengê xwe bidin DEM Partiyê. Welatiyê bi navê Mahsûn Kuzu jî got: "Ez ê ji bo edalet, namûs û şerefê dengê xwe bidim DEM Partiyê."    Necîm Toprak diyar kir ku ew ji bilî DEM Partiyê dengê xwe nadin tu kesî û bang li hemû kurdan kir ku dengê xwe bidin DEM Partiyê.    Mûsa Fîdan jî diyar kir ku ew ê dengê xwe bidin DEM Partiyê û sedema vê yekê jî wiha vegot: "Li gorî min ev dê bi kêrî welatê min û gelê min bê."    Welatiyê bi navê Salih Coşkun jî diyar kir ku ew ê careke din dengê xwe bidin DEM Partiyê û wiha got: “Qeyûm ewilî ji bo berîka xwe dixebite. Ma tê tiştekî dike? Na. Ma maf tên parastin? Na. Ji ber vê yekê em dîsa didin DEM Partiyê."   MA/ Rûkiye Adiguzel