Li Çûkûrovayê 63 girtiyên nexweş ji ber nêzîkatiyên xirab dermankirinê qebûl nakin 2024-01-28 09:10:09   MERSİN - Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Mêrsînê Gazî Încî anî ziman ku bi qasî ku li girtîgehên Herêma Çukurovayê tespît kirine herî kêm 63 girtiyên nexweşîna wan giran ji ber nêzîkatiya biçûkxistinê ya rêveberiyên girtîgehan dest ji mafê xwe yê dermankirinê berdane.   Li gorî daneyên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrsînê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Ereglî, Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Ereglî, Girtîgeha Girtî ya Tîpa T ya Aksarayê, Girtîgeha Girtî ya Jinan a Tarsûsê, Tîpa T ya Hejmar 1, Hejmar 2 û Hejmar 3 û li Girtîgeha Tîpa T a Kayserî Bunyan, Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bunyan, Girtîgeha Tîpa T ya Hejmar 1 û 2 ya Osmaniyeyê herî kêm 63 girtiyên nexweş hem ji aliyê rêveberiyên girtîgehê ve rastî tundiyê tên hem jî hem jî di dema sewqkirinê de rastî nêzîkatiyên nebaş tên. Her wiha girtî ji ber van pêkanînan û nêzîkatinên biçûkxistinê yên bijîşkan nikarin xwe bigihînin mafê tenduristiyê.    Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Mêrsînê û endamê Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) parêzer Gazî Încî bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li ser girtiyên nexweş ên li girtîgehên herêmê. Încî diyar kir ku ev 5 sal in li girtîgehên herêmê hem li ser girtiyan û hem jî li ser şewitandina înfazan dixebitin û got ku li gorî tespît kirine li girtîgehên herêmê herî kêm 63 girtiyên nexweş hene. Încî bilêv kir ku girtî di salên dawî de ji ber şert û mercên giran ên girtîgehê rastî zehmetiyên giran tên û got ku sedema bingehîn a vê rewşê nêzîkatiyên rêveberiyên girtîgehê, muameleya xerab a gardiyan û cendirmeyan a di dema sewqkirinê de ye û ji ber helwesta bijîşkan a.    ‘JI BER PÊKANÎNAN DERMANKIRINÊ RED DIKIN'   Încî muameleya xerab a li girtiyên nexweş tê kirin wiha nirxand: “Di vî warî de şert û mercên girtîgehên herêmê gelek xerab in, ji bo girtiyan hatiye asteke ku nayê tehemûlkirin. Ya duyemîn, zehmetiyên ku girtiyên nexweş di qonaxa dermankirinê de dijîn hene. Hem li nexweşxaneya girtîgehê û hem jî di dema sewqkirina nexweşxaneyên din de bi pirsgirêkên din re rû bi rû dimînin. Rastiyek heye ku di van sewqê de mafê dermankirinê yê girtiyan tê binpêkirin. Di serî de girtiyên ji Girtîgeha Tarsûsê tên sewqkirin, gelek gilî û gazincên li ser muameleya xerab a bijîşkan dikin. Der barê vê mijarê de me serlêdan kir, lê pirsgirêk berdewam dikin. Pirsgirêkên wekî hin bijîşk muayeneya bi awayekî kelem.ekirî qebûl dikin û girtiyan biçûk dixin û bêyî ku bala xwe bidin wan hewl didin wan derman bikin. Ji ber ku girtî di demên dawî de nexweşiyên wan giran nebin, naxwazin biçin dermankirinê. Ev yek di raporên me de jî xuya bû. Yanî dema nexweşiya wan digihêje qonaxa dawî û bêçare dibin, diçin nexweşxaneyê. Ev reftarên riswaker ên li girtîgehê û nexweşxaneyê û reftarên cendirmeyan ên di wesayitên rîngê de diqewimin hene. Ji ber vê yekê girtî çûna nexweşxaneyê û dermankirinê red dikin.”   BERDANA WAN TÊ ASTENGKIRIN   Încî bi bîr xist ku diviyabû di zûtirîn demê de nêzî 10 girtiyên nexweşînên wan giran serbest bihatana berdan, lê bi hinceta raporên ATK'ê yên "dikare di girtîgehê de bimîne" berdana wan hatiye astengkirin. Încî anî ziman ku berdana girtiyên ku cezayên wan qediyane bi biryarên "derqanûnî" yên van lijneyan tên astengkirin û got ku ev lijne biryarên li derî rêgezên hiqûqî didin.    BANGAWAZÎ   Încî anî ziman ku divê hem rêxistinên hiqûqî, hem jî saziyên tenduristiyê û civak li dijî bêhiqûqiyên li girtîgehan têbikoşin û got: “Li cihekî wekî Tirkiyeyê ku azadiya fikir û ramanê ew qasî bê çewisandin, bi rastî jî her kes bi girtinê re rû bi rû ye. Ji ber vê yekê ev pêkanînên îşkenceyê li girtiyan tên kirin, tevahiya welêt eleqedar dike. Hesasiyeta raya giştî ya li ser vê mijarê ji bo pêvajoyên pêş wê gelekî girîng be."   HEZAR Û 517 GIRTIYÊN NEXWEŞ HENE   Pirsgirêka girtiyên nexweş ên li girtîgehan didome û astengiya herî mezin a li pêşiya berdana wan jî Saziya Tipa Edlî (ATK) ye. Li gorî daneyên ÎHD'ê hêj di girtîgehan de hezar û 517 girtiyên nexweş hene ku 651 ji wan nexweşîna wan giran. Rêvebirên girtîgehê ku ji ber grevên birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatine destpêkirin, pêkanînên antîdemokratîk zêde kirine û mafê girtiyan tenduristiyê asteng dikin.   MA / Ergîn Çaglar