Meteorolojiyê ji ber barînên zêde hişyarî kir 2024-01-28 09:26:57   NAVENDA NÛÇEYAN - Meteorolojiyê ji ber barînên zêde yên li Bolu, Zonguldak, Bartin, Karabuk, Duzce, Kastamonu û Sakaryayê hişyarî kir.    Li gorî texmîna Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê (MGM) dê li herêmên Marmarayê, herêmên hundir ên Egeyê, rojavayê Behra Spî, Anatoliyaya Navîn, herêmên Behra Reş û bajarên Kurdistanê yên Erzirom, Qers, Erdexan, Êlih, Mêrdîn û Sêrtê barîneke zêde hebe. Midûriyetê da zanîn ku dê li bajarên weke Bolu, Zonguldak, Bartin, Karabuk, Duzce, Kastamonu û Sakaryayê zêde berf bibare. Tê payîn ku di saetên serê sibehê û şevê de li herêmên navîn û rojhilat mij û qerisîn çêbibe.