Tevî ‘biryara sekinandinê’ jî mala wî hate hilweşandin 2024-01-28 10:56:39   AMED - Tevî biryara “sekinandina biryarê” jî qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê mala welatiyê bi navê Mehmet Emîn Yaprak hilweşand. Yaprak bertek nîşan da û got: “Ez ê çawa debara xwe bikim?”    Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di sala 2021’an de ji 20 malên li Taxa Fabrîkayê ya navçeya Bajarê Nû ya Amedê biryara “îstîmlaqkirinê” dabû û hilweşandina avahiyan di sibeha 24’ê çileyê de dest pê kir. Dema pêvajoya hiqûqî didomiya, 18 malbatên xwediyên heq bi darê zorê ya polîs û zabiteyan ji malên xwe hatin derxistin. Komên şaredariyê tevî biryara “sekinandina biryarê” jî malên xwediyên milk hilweşandin.    ÎSTÎNAFÊ EV BIRYAR DERHIQÛQÎ DÎT    Ji xwediyên milk Mehmet Emîn Yaprak piştî biryara “îstîmlaqkirinê”, di sala 2021’an de li 7’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Amedê doz vekir. Dadgeha herêmî biryara “îstîmlaqkirinê” rast dît lê 3’yemîn Dadgeha Îdarî ya Amedê biryara “sekinandina biryarê” da. Dadgeha Îdarî di 23’yê hezîrana 2023’yan de biryar teqez kir û di hinceta biryara xwe de got ku şaredarî li gorî mewzûatên heyî tevnegeriyaye. Di hinceta biryarê de hat gotin ku divê şaredarî piştî neguhêzbar li tapuyê hatin tescîlkirin serî li Midûriyeta Îcrayê bide û karûbarên tehliyekirinê jî bi alîkariya midûriyetê ve bên kirin. Di biryarê de hat destnîşankirin li gorî serê xwe bicihanîna biryarê ya ji hêla şaredariyê ve li dijî hiqûqê ye. Di vê çarçoveyê de jî biryara sekinandina biryarê hate dayîn.    BIRYARA HILWEŞANDINÊ HATE DAYÎN   Yaprak, da zanîn ku mala wî tevî biryara “sekinandina biryarê” ya îstînafê jî hatiye hilweşandin û wiha bertek nîşan da: “Roja çarşemê şaredarî tevî polîsan ji bo hilweşandina malên me hatin. Me biryara hilweşandinê jê xwest lê nedan. Me heta demsala havînê dem jê xwest û me jê re got; ‘ma em ê vê zivistanê bi ku de biçin?’ Lê gotin; ‘biryara hilweşandinê ya walî heye û em ê hilweşînin.’ Ji ber ku şaredariyê 20 donim eraziyên li jêra taxê firotine mitehitan. Ji bo çêkirina avahiyên li wê derê, ji şaredariyê xwestine ku rê were vekirin. Li ser vê yekê ji bo rûxandina malên me hatin. Tevî hemû îtîrazên parêzeran jî gotin ‘biryara hilweşandinê heye.’”    ‘EZ Ê DEBARA XWE ÇAWA BIKIM?’   Yaprak ku tevî biryara dadgehê jî mala wî bi darê zorê hate valakirin ev tişt anî ziman: “Me bi zorî tiştên xwe ji malê derxistin û birin cem xizmên xwe. Li Amedê mal nayên dîtin. Malên heyî jî kirêyên wan di bin 10 hezar TL’an de nînin. Min malek dît lê xwediyê wê 12 hezar TL’an dixwaze. Me kesek xist navberê û fiyetê wê daxist 10 hezar TL’an. Ez bi yewmiyeya heftane dixebitim. Mehê 12 hezar TL’an qezenc dikim. Hevjîna min ev 3 sal in tedawiya pişikê dibîne. Sîgorteya me tune ye. Her me hezar û 500 TL’an didim heqê dermanan. Ma ez ê bi vî mûçeyî çawa debara xwe bikim?”    MA / Mehmet Guleş