Li gelek bajaran nivîsên ‘Rabe’ hatin nivîsandin 2024-01-28 14:15:35   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek bajarên Kurdistanê li ser dîwaran nivîsa “Rabe” hate nivîsandin.    Duh di saetên şevê de li gelek bajarên Kurdistanê li ser dîwaran nivîsa “Rabe” hate nivîsandin. Li Amedê li gel nivîsandina nivîsa “Rabe” ya li ser dîwaran, her wiha pankarta “Rabe” li sûran hate hilayîstin. Heman nivîs li gelek deverên bajarên Mûş, Wan û Mêrdînê jî hatin nivîsandin. Di heman de li gelek deverên bajaran pankart hatin hilayîstin.    Gelek bikarhênerên medyaya dijîtal jî dîmenên nivîsa “Rabe” li ser hesabên xwe parve kirin.