Li Şirnexê dayikeke 65 salî hate girtin 2024-01-28 15:38:57   ŞIRNEX - Welatiya bi navê Selamet Tetîk a 65 salî ku cezayê wê yê 7 sal û 6 mehan hate erêkirin, li Cizîrê hate girtin.    Welatiya bi navê Selamet Tetîk a 65 salî di sala 2016’an de li Cizîr a Şirnexê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibû girtin. Tetîk, 3 salan di girtîgehê de ma û piştre hatibû tehliyekirin. Cezayê 7 sal û 6 mehên girtîgehê yê li Tetîk hatibû birîn, ji hêla Dadgeha Bilind ve hate erêkirin û li ser vê yekê di saetên serê sibehê de hate binçavkirin. Piştre jî Tetîk birin Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê.