Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Gel ji bo azadiyê dimeşe” derket 2024-01-29 08:16:26 NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Gel ji bo azadiyê dimeşe” derket û bal kişand ser meşa ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Ewropa dest pê kiriye.    Hejmara 215’an a Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Gel ji bo azadiyê dimeşe” derket û bal kişand ser meşa ji bo azadiya fizikî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Ewropa dest pê kiriye. Rojnameyê di surmanşetê de jî bi sernavê “Vîyan Soran pîvana bawerbûnê ye” cih da çalakiya Vîyan soran.  Rojnameyê di rûpela jin de cih da têkoşîna Soran û wiha nivîsî: “Viyan Soran di temenê xwe yê ciwan de ji başûrê Kurdistanê beşdarî tevgera azadiyê bû û di sala 2004’an de li dijî hêzên komploger û xeta îxanetkar cihê xwe di nav jinûve avakirina PKK’ê de girt. Bi têkoşîn û ezmekî mezin ked û xebat meşand. Tekoşera mezin Viyan Soran weke milîtaneke jin a Apoyî rola pêşengiyê di nav tekoşînê de girt ser milê xwe. Her dem bi sekna jidil, bi hestên jin li ber xwe da.”    Rojnameyê bi sernavê “Xîyaneta bi belge” cih da nivîsa Nivîskar Felemez Ulug a der barê hewldanên PDK’ê ya li dijî şervanên azadiyê. Felelez Ulug di nivîsa xwe de wiha got: “Xiyaneta bi belge Beriya çend rojan malpera Şarpressê bi îmzeya fermandarê giştî yê hêzên PDK’ê Ezîz Weyîsî peyamek weşand. Di peyamê de ji hêzen Zêrevan ên ku yekser girêdayî rêveberiya PDK’ê ne tê xwestin ku li ku derê gerîlayê PKK’ê bibînin wan dîl bigirin, ger teslîmiyek qebûl nekirin jî wan û wesayîtên wan gulebaran bikin.” Piştî weşandina vê belgeyê bi çend kêliyan PDK’ê bi rêya ragihandina xwe belge derewand û got; “Naveroka belgeyê ne rast e.” Lê tiştbalkêş ew e piştî vê daxuyaniya ku kesî jê bawer nekir bi rojekê li herêma Amediyê wesayîtên gerîlayan gulerabaran kirin û 2 gerîla birîndar bûn.”