Li Îranê 4 girtiyên kurd hatin darvekirin 2024-01-29 08:22:55 NAVENDA NÛÇEYAN - Rejîma Îranê 4 girtiyên din ên kurd darve kirin.    Rejîma Îranê darvekirina girtiyan didomîne. 4 girtiyên din ên kurd li ser îdiayên “Hevkariya bi Îsraîlê re” û “sîxurtiyê” biryarên derbarê wan de hatine dayîn hatin darvekirin. Mohsen Mazlûm, Mohammed Faramarzî, Wafa Azarbar û Pzhman Fatehî yê 19 meh in girtî bûn îro serê sibê hatin darvekirin. Girtî duh bi malbatên xwe re karîn cara ewil û dawiyê hevdîtinê bikin. Pişt re ew ji Girtîgeha Evînê birin Girtîgeha Qzalhîsar a li Krajê. Hate zanîn ku 4 girtî li vir hatin darvekirin.