‘Divê Abdullah Ocalan bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike’ 2024-01-29 09:05:51 AMED - Kesên li Amedê serdana Nobeta Edaletê kirin, diyarkirin ku divê Abdullah Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike û ji bo malbatên girtiyan banga piştevaniyê kirin.  Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de tên ragirtin 34 meh in agahî nayên girtin. Nobeta Edaletê ya bi daxwaza rakirina tecrîdê û pêkanîna azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan li gelek bajaran hatiye destpêkirin berdewam dike. Yek ji bajarên ku Nobeta Edaletê ya Dayikên Aştiyê û malbatên girtiyan jê re pêşengtî dikin jî Amed e.    ‘DIVÊ HEVDÎTIN BÊN KIRIN’    Makbûle Guven a piştgirî da çalakiya nobetê ya li Amedê, destnîşan kir ku heke tecrîda li Îmraliyê were rakirin dê hem nobet hem jî greva birçîbûnê ya girtiyan bi heman daxwazan daye destpêkirin dê xelas be. Guven, xwest ku gelê kurd ji tecrîdê re bêje “bes e” û wiha got: “Bêyî ku cenazeyên zarokên me ji girtîgehê derkevin em bikevin nava liv û tevgerê.”   Guven, bal kişand ser pergala girtîgehê ya li Îmraliyê û wiha berdewam kir: “Çûka difire jî vê girtîgehê nabîne.” Guven, anî ziman ku ev pergal e li tu welatên cîhanê nîne û got: “Abdullah Ocalan divê bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike. Divê ji ber vê yekê tecrîd rabe.”   BANGA PIŞTGIRIYA JI NOBETA EDALETÊ RE    Yek ji kesê piştgiriya Nobeta Edaletê kir Mehmet Kaya jî destnîşan kir ku heta tecrîd ranebe rondikên çavan ên ji ber şer û pevçûnan bi dawî nabin. Kaya, diyar kir ku ne mirinê aştî û azadiyê dixwazin û destnîşan kir ku daxwaza wan “Tirkiyeyeke demokratîk û Kurdistaneke xweser e.”   Rifat Ronî jî bal kişand ku tecrîdê bandor li hemû civakê kiriye. Ronî, hevdîtinên di navbera salên 2013 û 2015’an de bi Ocalan re bi bîr xistin û da zanîn ku di vê serdemê de difina kesekê jî xwîn jê nehat û rondikên çavên dayikan ne barîn. Ronî ji bo rakirina tecrîdê banga piştgiriyê li Nobeta Edaletê ya tê meşandin kir.    Abdûrezak Sevgîoglû jî wiha got: “Girtî rastî binpêkirinên mafan tên.” Sevgîoglû destnîşan kir ku girtî bi pêkanînên di qanûnan de nînin re rû bi rû dimînin û wiha got: “Divê gelê kurd bi awayekî girseyî li dijî vê tecrîdê deng û çalakiya xwe bilind bikin. Heke wiha bibe dê neçar bimînin ku tecrîdê rakin.”