Li Wanê malek şewitî: Pitikê 6 mehî jiyana xwe ji dest da 2024-01-29 09:49:25     WAN - Li Wanê pitikê 6 mehî di şewata li malekê de jiyana xwe ji dest da.    Li gundê Edgalî yê navçeya Qelqelî ya Wanê agir bi maleke yek qatî ket û şewitî. Di şewatê de pitikê 6 mehî yê bi navê Şerzan di landika xwe de şewitî û jiyana xwe ji dest da. Dayik Guler û bav Rifat Guler jî di kêliya dawî de ji şewatê hatin xelaskirin. Agirê bi derengî şevê malê ket, di demekî kurt de li tevahiya malê belav bû. Hewldana alîkariyê ya cîranan jî bêencam ma. Tîmên agirkujiyê mudaxileyî şewatê kirin û Guler ên hevjînên hev ji nav agir derxistin. Hate zanîn ku piştî şewat hate vemirîn, pitikê 6 mehî yê bi navê Şerzan di landika xwe de şewitî ye û jiyana xwe ji dest daye.