Girtî Çîçek sirgunî Bodrumê hate kirin 2024-01-29 11:40:47 ÎZMÎR - Girtî Ugur Çîçek ku li Girtîgeha Tîpa T a Odemîşê tê ragirtin di 27’ê çileyê de bi darê zorê sirgunî Girtîgeha Tîpa S a Bodrumê hate kirin.    Girtî Ugur Çîçek (39) ku li Girtîgeha Tîpa T a Odemîş a Îzmîrê dihat ragirtin, di 27’ê çileyê de sirgunî Girtîgeha Tîpa S a Bodrumê hate kirin. Çîçek, di sala 2012’an de dema li Îzmîrê zanîngeh dixwend hate binçavkirin û girtin û bi îdiayên “Endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” 32 sal cezayê hefsê lê hate birîn. Çîçek, ji ewil li Girtîgeha hejmar 2 ya bi Tîpa F a Kiriklarê dihat ragirtin û di sala 2017’an de bi îşkenceyê sirgunî Odemîşê hatibû kirin. Di dema vê sirgunê de Çîçek û kesên li gel wî birîndar bûn.    Girtîgeha Bodrumê 2 roj piştre agahî da malbata wî. Malbatê nekarî bi Çîçek re hevdîtinê bike û derheqê wî de tu agahî bi dest nexistin. Hevalên Çîçek dan zanîn ku gardiyanan bi ser odeya Çîçek de girtine û sirgunî Bodrumê hatiye kirin.