Li Efrînê di mehekê de 32 kes hatin revandin 2024-01-29 11:53:37   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî Navenda Belgekirina Binpêkirinan, li Efrîna di bin kontrola dewleta tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê, di nava mehekê de 32 kes hatine revandin.    Hate aşkerekirin ku li bajarê Efrînê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di bin dagirkirina dewleta tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê de ye di meha çileyê de 32 kes hatine revandin. Di daneyên Navenda Belgekirina Binpêkirinên li Efrînê ku di ANHA’yê de cih digirin de navên kesên hatine revandin jî hatin parvekirin. Di daneyên hatin parvekirin de hate gotin ku gelemperiyê kesên hatine revandin ji ber bertîl nedane komên paramîlîter hatine revandin.