Bozan ê DEM Partiyî ji Kiratli yê AKP’î re got: An îspat bike yan jî îstîfa bike 2024-01-29 15:25:41   MÊRSÎN - Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan, têkildarî îdiayên Alî Kiratli yê AKP’î yên “hilbijêr veguhestin” de ev bersiv da: “An dê vê yekê îspat bike an jî dê lêborînê bixwaze û îstîfa bike.”   Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Mêrsînê Alî Bozan, diyar kir ku Şaredarê Akdenîzê yê AKP’î Mûstafa Gultak, beriya hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê hilbijêr veguhestine navçeya Akdenîzê. Bozan ev gotinên xwe bi belgeyên şênber danîn holê. Lê tevî nelirêtiya veguhestine hilbijêran a AKP’ê parlamenterê AKP’ê yê Mêrsînê Alî Kiratli îdia kir ku DEM Partiyê 5 hezar û 500 hilbijêr veguhestine navçeya Akdenîzê.    DEM Partiyê têkildarî îdiayên Kiratli de li avahiya Rêxistina Bajêr a Mêrsînê daxuyanî da. Parlamenterê Mêrsînê Alî Bozan ê di daxuyaniyê de axivî, bi bîr xist ku îtîrazên li ser veguhestina hilbijêran a AKP’ê li Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê (YSK) kirin bi biryara lijneyê hate redkirin. Bozan bi bîr xist ku beriya îtiraza partiya wan a li YSK’ê piştî vê biryara redkirinê Kiratli yê AKP’yî li Meclisê îdia kir ku DEM Partiyê 5 hezar û 500 hilbijêr veguhestine navçeyê.    Bozan da zanîn ku piştî îdiaya Kiratli weke partî xebatek dane despêkirin ku ka îtîrazeke AKP’ê heye an na, ketiye nava hewldanekê an na û da zanîn ku li dijî veguhestina hilbijêran tu îtîraz nehatine kirin.    AL BI MALA XWE VE KIR    Bozan diyar kir ku piştî redkirina îtirazên AKP’yiyan ên li dijî nelirêtiyên veguhestina hilbijêran ên li navçeyê, Şaredarê Akdenîzê yê AKP'yî Gultak bi mala xizmê xwe ve yê ku hat tespîtkirin hilbijêr veguhestina mala xwe al daliqandiye û wêneyê mala al pê ve hatiye daliqandin nîşan da û wiha got: “Çawa ku heta niha bi wêjeya ‘welat, milet, Sakarya’ hemû bêhiqûqiyan dinixumînin, veguhestina hilbijêran jî bi alê nixumandin. Wekîlê AKP’î ku nekarî bersiva vî wêneyî bide li Meclisê got ‘Hûn nikarin yekitiya me xera bikin’.”   Bozan, anî ziman ku wekîlê AKP’î neçare îdiayên xwe yên “DEM Partiyê hilbijêr veguhestin” îspat bike û got: “An dê vê yekê îspat bike an jî dê lêborînê bixwaze û îstîfa bike.”   Bozan, destnîşan kir ku dê van hemû nelirêtiyan di 31’ê adarê de pûç bikin û şaredariyan qezenc bikin.