DEM Partî û rêxistinên elewiyan serdana Dêra Santa Maria kirin 2024-01-29 16:35:30   STENBOL - Parlamenterên DEM Partiyê û nûnerên rêxistinên elewiyan, Dêra Santa Maria ku rastî êrişî hatibû kirin.    Li dijî ayîna yekşemê ya Dêra Santa Marîayê ya li Sariyer a Stenbolê duh êrişa çekdarî hate kirin û kesê bi navê Tuncer Mûrat Cîhan hatibû kuştin. Nûnerên rêxistinên elewiyan û parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) serdana dêrê kirin. Hevseroka Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD) Kadriye Dogan, Cîgirê Serokê Giştî yê Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal (PSAKD) Îbrahîm Karakaya, parlamenterên DEM Partiyê yên Stenbolê Çîçek Otlû û Celal Firat û gelek kesên bi wan re serdana dêrê kirin.    ‘EM JÎ BI HEMAN ÊRIŞAN RE RÛBIRÛ DIMÎNIN’    Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Celal Firat ê di serdanê de axivî, diyar kir ku hewl tê dayîn li Tirkiyeyê “nifşekî kîndar û oldar” were mezinkirin û wiha got: “Dilê me dişewite, dema me ev nûçe bihîst ez cefilîm. Êrişa li dêrê hatiye kirin, weke elewiyan bi serê me jî hat. Mixabin li dijî rewşa hatiye jiyîn wateya gotinê nîne. Em êrişê şermezar dikin. Em êşa we di dilê xwe de hîs dikin.”   Serokê Cemxaneya Okmeydaniyê Zeynel Şahîn jî wiha got: “Qewimîna bûyereke bi vî rengî dilê me şewitand. Hêviya me ew e ku êrişên bi vî rengî neqewimin.”   Cîgirê Serokê Giştî yê PSAKD’ê Îbrahîm Karakaya jî wiha got: “Herî zêde em elewî rastî bûyerên bi vî awayî tên. Em weke elewiyan li Sêwaz û Mereşê rastî van êrişan hatin. Divê em cihên ku bi hev re bijîn biafirînin.”   Serokê Weqfa Çandê ya Cemxaneya Gazî Hidir Karataş jî wiha axivî: “Em li dijî van êrişan bibin yek û bersivê bidin. Ev êrişên wiha nikare yekitiya me xera bike.”   Nûnerên elewîyan bi axaftina prz. Afşîn Hatîpoglû hîn bûn ku Tûncer Cîhan ê di êrişa li dijî dêrê de jiyana xwe ji dest da elewî ye.