Di rojekê de li Kampa Holê 29 DAIŞ'î hatin girtin 2024-01-29 18:51:49   NAVENDA NÛÇEYAN - Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku li kampa Holê 8 kesên din hatine girtin.   Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser malpera xwe ya fermi agahiyên nû yên têkildarî qonaxa sêyemîn a "Operasyona Mirovî û Ewlehiyê" parve kirin. Navendê da zanîn ku di operasyonên serdegirtinê de 8 kesên ku hevkariyê bi şaneyên DAIŞ`ê re dikin, hatine girtin. Her wiha navendê bi daxuyaniyê re dîmenên kesên hatine girtin jî parve kirin.   Di 24 saetên pêşîn ên operasyonê de, 21 kes hatibûn girtin.   Bi vê daneyê re hejmara kesên heta niha hatine girtin bû 29.