Ji parêzerên serî li wezaretê dan Çîftçîler: Em dixwazin hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikin 2024-01-30 09:08:07   WAN - Ji hezar û 330 paeêzerên ku ji bo hevdîtinê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re bikin serî li Wezareta Dadê dan endamê OHD'ê Erhan Çîftçîler anî ziman ku daxwazên wan rewa ne û li dijî 'bêhuqûqiya mutleq' rabûne û got ku ger daxwazên wan pêk neyên dê welat winda bike.    Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê 25 sal in di bin tecrîda girankirî ya li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê de tê girtin û  girtiyên din ên li girtîgehê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş 35 meh in tu agahî nayê girtin. Ji bo "tecrîda mutleq" a li Îmraliyê bi dawî bibe, ji 35 baroyan hezar û 330 parêzer di 22'yê Çileyê de serî li Wezareta Dadê dan û daxwaza hevdîtinê kirin. Ji parêzerên serlêdan kirin Endamê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Wanê Erhan Çîftçîler der barê tecrîdê û serlêdana kirine de axivî.    ‘NE HIQÛQÎ YE, SIYASÎ YE'   Çîftçîler bilêv kir ku rewşa neragihana mutleq ketiye meha xwe ya 35’an û got: “Tu qanûneke nivîskî ya neteweyî û navneteweyî tune ye ku rê li ber hevdîtina parêzer û muwekîl bigire. Ev sepan, li tu devera cîhanê tune ye. Êdî tiştekî ku em vê yek binirxînin nemaye. Ev rewşa tecrîdê nêzîkatiyeke siyasî ye, ne hiqûqî ye."   SERLÊDANA EWIL DI SALA 2022'YAN DE HAT KIRIN   Çîftçîler anî ziman ku divê polîtîkayên heyî di çarçoveyeke dîrokî de bên nirxandin û got: “Berê tiştekî bi navê ‘sîrgûnkirina kurdan’ hebû. Ji bo nimûne; dema kesek li bajarên Kurdistanê dihat girtin, sirgûnî Konyayê yan jî Stenbolê dikirin. Îro girtiyan dişînin Enqere, Edîrne an jî Samsûnê. Kesên tên sirgûnkirin dixwazin xwe îfade bikin. Greva birçîbûnê tam ev awayê îfadekirinê ye. Li hemû girtîgehan tecrîd heye. Ji bo vê jî divê gelê me bi baldarî nêzî grevên birçîbûnê bibe. Ev çalakî li dijî pergala tecrîdê ye û dixwazin dengê xwe ragihînin derve."   Çîftçîler bibîr xist ku cara ewil di sala 2022’yan de ji aliyê 775 parêzeran ve serî li Wezareta Dadê hatiye dayîn û wiha got: “Serlêdanên me bêbersiv man. Niha me bi hezar û 330 hempîşeyên xwe re serlêdan kir. Ger daxwaza me pêk neyê, em dikarin eşkere bibêjin; Hejmara me wê roj bi roj zêde bibe. Hemû hevalên me li dijî 'nêhuqûqîtiya mutleq' in. Qanûna înfazê, qanûnên Tirkiyeyê û navneteweyî eşkere ne. Li gorî van qanûnan divê em bi muwekîlên xwe re hevdîtinê bikin. Ji ber vê yekê daxwaza parêzeran daxwazeke rewa ye. Em daxwaz dikin ku qanûn bê cîbicîkirin û em dixwazin bi muwekîlên xwe re hevdîtinê bikin. Hukmeke ku tê heta dawiyê nehêlî kesek hevdîtinê bi parêzerên xwe re bike, tune ye."    Çîftçîler bal kişand ser biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya der barê Abdullah Ocalan, Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag de û biryara Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ya der barê Can Atalay de û wiha got: “Eger parêzer li dijî çalakiyên wekî kampanyayên îmzeyê yên li dijî bêhiqûqîtiyên di sala 2014’an de rabûna dê Can Atalay îro li derve bûna û dê di navbera Dadgeha Destûra Bingehîn û Dadgeha Bilind de ewqas şer derneketa. Bi serlêdanên xwe re em li dijî 'dewleta polîsî' li ber xwe didin. Ev serlêdan, ji bo standardên hiqûqa gerdûnî bên sepandin, tên kirin."    ‘DÊ WELAT WINDA BIKE'   Çîftçîler anî ziman ku bêhiqûqiya li Îmraliyê li her derê belav bûye û wiha got: “Em vê yekê belesebeb nabêjin. Em vê bi bûyeran dibêjin. Berê, nêrînên parêzer û muwekîlan esas nedihatin girtin. Ev pêşî li Îmraliyê hat kirin û niha li hemû girtîgehan tê meşandin. Tecrîda mutleq ji Îmraliyê ber bi girtîgehên Tîpa S'yê ve çû. Ger daxwazên me esas neyên girtin dê welat winda bike. Demokrasî dê xera bibe, hiqûq dê têk diçe. Desthilay li şûna ku daxwazên me îllegalîze bike, divê wan bi cih bîne. Daxwaza me ne daxwazek e ku kesan têxe rewşeke dijwar. Em tenê dixwazin bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin. Mafên me yên qanûnî bi awayekî defakto tên astengkirin. Vê rewşê ji holê rakin. Eşkere ye ku ger ev daxwaza me pêk were dê di civakê de aramî çêbibe.