Piştî hevdîtina PDK-MÎT’ê hevdîtinên bi YNK’ê re hatin sekinandin 2024-01-30 09:45:16   NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî hevdîtina Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî û Serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalin, PDK’ê hevdîtinên ji bo diyarkirina îdareya Kerkûkê yên bi YNK’ê re da sekinandin.    Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî di 28’ê çileyê de li mala xwe ya li navçeya Pîrmam a li Hewlêrê bi Serokê Teşkîlata Îstîxbarata Neteweyî (MÎT) ya Tirkiyeyê Îbrahîm Kalin re hevdîtin kir. Nêzî hefteyekê ye ku Kalin li Iraq û Herêma Federe ya Kurdistanê bi derdorên cuda re hevdîtinan dike. Hat zanîn ku di hevdîtina Kalin û Barzanî de êrişên li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê û rêveberiya nû ya Kerkûkê hatine nîqaşkirin.    Li gorî nûçeya Rojnewsê; piştî hevdîtina Kalin-Barzanî, PDK’ê hevdîtinên xwe yên têkildarî diyarkirina rêveberiya Kerkûkê da sekinandin. Li gorî çavkaniyên Rojnewsê; dihat payîn ku PDK û YNK di 31’ê çileyê de bi rojeva Kerkûkê bicivin. Lê belê ev hevdîtin li ser fermana Mesûd Barzanî hatiye betalkirin. Di nûçeyê de hat diyarkirin ku Kalin di hevdîtinê de ji Mesûd Barzanî re gotiye; “Em naxwazin PDK li gel YNK’ê rêveberiya Kerkûkê diyar bike.”