Dr. Berwarî: Divê PDK xwe ji Tirkiyeyê xelas bike 2024-01-30 10:31:16   NAVENDA NÛÇEYAN - Dr. Kamûran Berwarî diyar kir ku hewldan hene ku şer û pevçûnan veguhêzin erdnîgariya Kurdistanê û wiha got: “Divê PDK xwe ji Tirkiyeyê xelas bike. Divê nehêle ku Tirkiye wê araste bike.”    Şandeyeke bi serokatiya Serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalin, li Iraq û Herêma Federe ya Kurdistanê gelek hevdîtin kirin. Kalin, bi Serkokkomarê Iraqê Latîf Reşîd re civiya û piştre jî bi Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî re hevdîtin kir. Hat zanîn ku mijara sereke ya hevdîtinên heyî jî êrişên li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê bûn.    Di heman demê de rojeveke din a hevdîtinan jî Kerkûk bû. Di 18’ê kanûnê de li Iraqê hilbijartinên meclisên giştî hatin kirin û berê her kesî li Kerkûkê bû. Koalîsyona Hêz û Îradeya Me ku YNK’ê serkêşiya wê dikir, 5 kursî bi dest xist û bû yekemîn. Koalîsyona Ereb 3 kursî, Eniya Tirkmen a Iraqê 2 kursî û PDK’ê jî 2 kursî bi dest xist. Tê payîn ku waliyê bajar bibe YNK’î. Lê belê rayedarên Tirkiyeyê di her firsendê de nerazîbûna xwe ya li dijî vê yekê tînin ziman. Hat diyarkirin ku ev “nerazîbûn”, di hevdîtina dawî de jî hate vegotin.    Cîgirê Serokê Akademiya Demokrasî û Siyasetê ya li Herêma Federe ya Kurdistanê Dr. Kamûran Berwarî têkildarî geşedanên dawî axivî.    HEVDÎTINÊN BI PDK’Ê RE HATINE KIRIN   Berwarî, anî ziman ku li Rojhilata Navîn û Kurdistanê pêvajoyeke gelek girîng diqewime û wiha got: “Hewl didin pevçûnên li Rojhilata Navîn veguhêzin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Iraqê. Tirkiye ji bo ku li her du herêman hedefên xwe pêk bîne, gelek planan çêdike. Ji bo vê jî gelek hewldanên provakatîf dike. Dibe ku li hêzên leşkerî yên PDK’î, noqteyên ewlehyê û li sivîlan jî bixe. Armanca ji vê jî ew e ku di navbera PDK û gerîlayan de şer derxîne. Heta rayedarên Tirkiyeyê gefa ‘Heke hûn bi gerîlayan re şer nekin em ê Deriyê Sînor ê Halîl Îbrahîm bigirin.’ Li PDK’ê dixwin. Ji hêla leşkerî, aborî û siyasî ve jî zextan dike. Ji bo vê jî çendek hevdîtinan dikin.”    Bi domdarî Berwarî bal kişand ser danezana ku hêzên Zerewan ên PDK’ê êrişî HPG’iyan bikin û ev nirxandin kir: “Bi navê hêzên Zerawanan danezanek hat parvekirin. Demekî kin piştre ev danezan hate derewandin lê du roj piştre kete pratîkê û êriş kirin. Bi rastî jî naveroka wê danezanê cihê fikaran e. Divê tevahiya gelê kurd li dijî vê derkeve. Divê PDK’ê vê mijarê zelal bike. Heke ev kiribin, ev yek îlana şer e. Ji ber ku fermanê dide tevahiya hêzên xwe ku êrişî gerîlayan bikin. Rewşa heyî cihê fikaran e. Her gava tê avêtin, gava birakujiyê ye. Hêvîdarim ku PDK bi berpirsyartî tevbigere û nekeve nava xeletiyeke wiha dîrokî.”    ‘ŞER NE LI GORÎ BERJEWENDIYÊN GELÊ ME YE’    Berwarî, got ku Tirkiye hewl dide berê PDK û hêzên HPG’ê bide hev û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dixwazin li erdnîgariya kurdan bi destê kurdan şer bidin destpêkirin. Piştî vî şerî jî dê bikin ku dewletên herêmê bikevin Başûr. Dixwazin tevahiya destkeftiyên kurdan tune bikin. Lewma divê PDK baş fêm bike ku ev şer ne li gorî berjewendiyên gelê me ye. Heke şerek derkeve dê dawiya wan jî bê. Divê PDK xwe ji Tirkiyeyê xelas bike. Divê nehêle Tirkiye wê araste bike û zextê lê bike ku bikeve nava şer.”    'DIVÊ PDK JI TIRKIYEYÊ XELAS BIBE’   Berwarî, wiha dom kir: “PDK dibêje ku aliyekî şer nîne. Dibêje ku alîkariya lojîstîkî nade tu aliyan. Lê bi taybet jî qadên tevgerê yên gerîlayan digire, hêzên xwe li qadên gerîlayan bi cih dike, têkildarî liv û tevgera gerîlayan îstîxbaratê dide Tirkiyeyê. Ev yek cihê fikaran e. Divê PDK dev ji pratîkên xwe berde û guftûgoyê bi rayedarên KCK û PKK’ê re pêş bixe. Divê xwe ji tora Tirkiyeyê xelas bike. Girtina Deriyê Sînor ê Halîl Îbrahîm hem ji bo gelê Başûr hem jî ji bo PDK’ê dê baştir bibe. Ji ber ku heta ev derî neyê girtin dê Başûr nekare serbixwe bibe. Gelê Başûr dikare pêdiviyên xwe ji Iraq, Sûriye û Îranê pêşwazî bike. Her wiha dikare bi rêyên hewayî pêdiviyên xwe pêşwazî bike. Heke bi Tirkiyeyê re tevbigere, dê gelê kurd pişta wan negire.”    ‘DIVÊ TIRKIYE JI XAKA BAŞÛR BÊ DERXISTIN’   Herî dawî jî Berwarî ev tişt anî ziman: “Ji bo parastina destkeftiyên neteweyî yên gelê kurd ên li her çar parçeyan, divê kurd di navbera xwe de tifaq bin. Divê tevahiya hêzên siyasî û leşkerî bi hev re tevbigerin. Divê kurd siyaseta xwe dîsa li ber çavan derbas bikin û dost û dijminên xwe yên li Rojhilata Navîn û cîhanê baş nas bikin. Divê kurd nekevin şerê sêyemîn ê cîhanê û nehêle şer veguhêze ser xaka wan. Heke kurd bikarin yekitiya xwe ava bikin, dê ji bo wan derfetên mezin çêbibin. Heke PDK bikeve bin sîwana Tirkiyeyê û li dijî kurdan şer bike, dê destkeftiyên neteweyî yên gelê kurd ji dest biçin. Ne bawerim PDK û hikûmeta Başûr wisa bi hêsanî bê xapandin. Ew jî dizanin ku li gel Tirkiyeyê tu dahatûya wan nîne. Lewma divê tavilê leşkerên tirk ji xaka Başûr derxînin. Divê xelkê Başûr jî di vê mijarê de xwedî helwestekî zelal be. Heke Tirkiye ji vê xakê were derxistin dê azadî û aramî serwer be.”