Doza rojnamegeran bi sedema ‘xisûsên kêm’ hate taloqkirin 2024-01-30 11:33:19   STENBOL - Doza rojnameger Mehmet Ferhat Çelîk û Osman Akin bi sedema “xisûsên kêm” hate taloqkirin.    Gerînendeyê Giştî yê Weşanê yê Rojnameya Yenî Yaşamê Mehmet Ferhat Çelîk û Midûrê ji Karên Nivîsan Berpirsyar Osman Akin, ji ber nûçeya têkildarî îdiayên rêveberê rêxistina sûc a girêdayî dewletê Sedat Peker ên derheqê xwediyê Turkuvaz Medyayê Serhat Albayrak de, tên darizandin. 3’yemîn danişîna dozê li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Edliyeya Stenbolê hate lidarxistin. Parêzerê Akin, Ozcan Kiliç û parêzera Albayrak, Îrem Poyraz tev li danişînê bûn. Her du rojnameger bi îdiaya “heqaret” û “îftîra”yê tên darizandin.    Parêzera Albayrak, Poyraz diyar kir ku giliyê wan didome û xwest ku kesên tên darizandin bên cezakirin. Parêzerê Kiliç jî xwest xisûsên kêm ên di dosyayê de bên temamkirin. Dozger jî xwest ku xisûsên kêm ên di dosyayê de bên temamkirin.    Şandeya dadgehê jî biryar da ku xwe li benda înfazkirina biryara ji bo girtina Çelîk hatiye dayîn bigirin û xisûsên kêm ên di dosyayê de bên temamkkirin. Danişîna dozê taloqî 14’ê gulanê hate kirin.