Navên HPG’iyên di êrişên çekêm kîmyewî de jiyana xwe ji dest dane hatin parvekirin 2024-01-30 11:33:56 NAVENDA NÛÇEYAN - HPG’ê navên endamên xwe yên di êrişên çekên kîmyeweyî û bombeyên taktîk nukleerî yên dewleta tirk de jiyana xwe ji dest dayîn eşkere kir.    Li gorî agahiyên nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF); Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê encamên êrişên bi çekên kîmyewî yên dewleta tirk parve kir. Di daxuyaniya de hat diyarkirin ku li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla dewleta tirk ve didomin. Herwiha hat destnîşankirin ku endamên HPG’ê Berçem Umut, (Suzan Duman), Rûstem Arpêt (Orhan Yakut), Şahîn Nûda (Bedran Gokdemîr) û Ciwan Minbic (Salîh Tewfîq) di êrişên bi çekên kîmyewî hatine kirin de jiyana xwe ji dest dane. Di berdewama nûçeyê de hat gotin ku endama HPG’ê Dîlan Tunç (Jiyan Timoqî) jî di heman pevçûna derketiye de, jiyana xwe ji dest da.    DÎMEN HATIN PARVEKIRIN   Di nûçeyeke din a ANF’ê ya îro hatiye parvekirin de dîmênên kêliyên bikaranîna çekên kîmyewî û taktîk nükleere hate parvekirin.