Ji rêxistinên civaka sivîl ji bo girtiya nexweş Arslan 5 daxwaz 2024-01-30 13:19:43   COLEMÊRG - Rêxistinên civaka sivîl ên Colemêrgê ji bo berdana girtiya nexweş Hanîfe Arslan û hemû girtiyên nexweş bang kirin û 5 daxwazên xwe rêz kirin.    Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Baroya Colemêrgê têkildarî girtiya nexweş a 76 salî Hanîfe Arslan ku li Girtîgeha Tîpa T a Wanê tê ragirtin, daxuyanî dan. Daxuyanî, li pêşiya Navenda Kargehan a Zagrosê ya li navçeya Geverê hate dayîn. Keça Arslan, Îran Arslan û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn.    GELEK GIRTIYÊN NEXWEŞ HENE   Hevseroka Şaxa ÎHD’a Colemêrgê Sîbel Çapraz diyar kir ku ji ber pîratî û pirsgirêkên tenduristiyê, Arslan nikare pêdiviyên xwe yên şexsî pêşwazî bike. Bi domdarî Çapraz anî ziman ku Arslan 19 meh in girtî ye û wiha got: “Nexweşiyên wê yên weke KOAH, ulsera mîdeyê, qelewbûn, dil û tansiyona bilind hene. Bi zanebûn îşkenceyê li girtiyeka pîr dikin. Li gorî agahiyên keça wê dane, di daşira ne li gorî astengdaran de ketiye û diranên wê şikestine. Rêveberiya girtîgehê ku ji ewil ev rewş paşguh dikir, piştî nerazîbûna raya giştî klozet daye çêkirin û Hanîfe Arslan bir nexweşxaneyê. Tevî klozetê jî ji ber ku nikare zêde hereket bike, pir êşê dikişîne dema diçe destavê. Ji bo neçe destşoyê jî xwarinê naxwaze û ev jî bandoreke neyînî li ser tenduristiya wê dike.”   Bi domdarî Çapraz diyar kir ku poşmantî li Arslan hatiye ferzkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lê têkoşîna Arslan û azweriya wê ya berxwedanê, nîşaneya îradeya her kesê li vê erdnîgariyê li dijî pergala heyî û polîtîkayên nefretê ye û nîşan die ku serî natewînin. Em dizanin ku bi taybet jî polîtîkayên derxistina ji eslê xwe û çewisandinê li dijî girtiyên siyasî tên ferzkirin.”   MIRINÊN SAL BI SAL ÇÊDIBIN   Di berdewamê de Çapraz da zanîn ku di sala 2019’an de li girtîgehan 109 girtiyan, di 2020’an de 95, di 2021’ê de 128 û di 2022’yan de jî 101 girtiyan li girtîgehan jiyana xwe ji dest dane û wiha domand: “Her sal zêdetirî 100 girtî ji ber polîtîkayên keyfî û bêtevdîriyê yên îktîdarê terkî mirinê tên kirin. Di rewşa heyî de girtîgeh ne cihekî wisa ne ku girtî bikarin lê bijîn û xwedî mafên xwe yên tenduristiyê bin. Ev zîhniyeta ku girîngiyê nade mafên mirovan ji berpirsyartiyê direve û bi polîtîkayên xwe zilmê li girtiyên nexweş dike.”    Çapraz, ji bo girtiyên nexweş û Hanîfe Arslan ev daxwaz rêz kir:    “* Divê girtîgeh nebin qadên ku girtî lê terkî mirinê hatine kirin.    * Divê mafên tenduristiyê yên girtiyan bên bicihanîn.    * Divê Hanîfe Arslan û girtiyên mîna wê pîr tavilê bên berdan.    * Divê zextên li ser Hanîfe Arslan û girtiyên din ên kal tavilê bi dawî bibin.    * Divê girtîgeh li dijî mirin û pirsgirêkên heyî xwe berpirsyar bibînin û dawî li miameleyên keyfî bînin.”    KEÇA ARSLAN: JI BER TÊKOŞÎNA XWE YA AŞTIYÊ GIRTÎ YE    Keça Arslan, Îran Arslan jî got ku dayika wê bi awayekî derhiqûqî hatiye girtin û ev tişt anî ziman: “Tenê ji ber ku dayika min li dijî polîtîkayên qirêjî yên li welêt tên meşandin derketiye û ji ber têkoşîna xwe ya aştiyê di girtîgehê de ye. Heke dayika min sûcdar bûya bêguman dê poşman bûbûya. Lê bêsûc e û rewşeke ku ji poşmantiyê sûdê bigire tune ye.”