Dayikan li Meclisê bang kirin: Divê Abdullah Ocalan azad bibe 2024-01-30 14:25:46 ENQERE - Dayikên di Nobeta Edaletê de li Meclisê bang kirin û xwestin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê gav bên avêtin.  Xizmên girtiyan û Dayikên Aştiyê yên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirin, li pêşiya avahiya Meclisê daxuyanî dan. Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistaqn Kiliç Koçyîgît û Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû jî tev li daxuyaniyê bûn.    ‘EM DIXWAZIN DENGÊ ME WERE BIHÎSTIN’   Di daxuyaniya çapemeniyê de ewilî Halîde Turkoglu axivî û got ku armanca wan ew e ku daxwazên xwe bigihînin Wezareta Dadê. Turkoglû, axaftina xwe wiha domand: “Ji bo vê jî me daxwaza randevuyê kir. Bi hinceta ku wezîr li vir nîne randevû nehat dayîn. Me daxwazên xwe wek dosya pêşkeşî cigîrê Wezîrê Dadê kir. Em hêvî dikin ku dengê me bê bihistin. Bi taybetî niha li girtîgehan grevên birçîbûnê hene. Grev 65 roj in didome. Ji bo heq, hiqûq û edaletê girtiyên siyasî têdikoşin. Bi dawî kirina pergala tecrîda li Îmraliyê re dê heq, hiqûq û edalet pêk bên. Bi girtiyên siyasî re li Amed, Wan, Mêrdîn, Edene, Mêrsîn, Îzmîr, Stenbol û Enqereyê çalakiya Nobeta Edaletê hatin destpêkirin.”   ‘DIVÊ GUH BIDIN DAXWAZÊN DAYIK Û GIRTIYAN’   Turkoglû, diyar kir ku daxwazên aştiyê bi çalakiya Nobeta Edaletê belavî tevahiya bajaran bû û ev tişt anî ziman: “Bi çalakiya Nobeta Edaletê û grevên birçîbûnê re dixwazin dengê xwe bidin bihistandin. Dayikên me ji bo pêkanîna heq, hiqûq û edaletê têdikoşin û bang li raya giştî dikin. Divê dev jî polîtîkayên şer bê berdan û ji bo avakirina aştiyê jî tecrîda li hemberî birêz Ocalan bê bidawîkirin û daxwazên girtiyên siyasî yên di greva birçîbûnê de bên qebûlkirin. Divê guh bidin dengê Dayikên Aştiyê. Ji ber vê yekê jî divê em piştevaniya xwe mezin bikin.”    BANGA MEZINKIRINA TÊKOŞÎNÊ   Dayika Aştiyê Hamdiye Kirici jî banga mezinkirina têkoşîna ji bo rakirina tecrîdê kir û wiha got: “Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe wê jiyaneke demokratîk dest pê bike. Loma em dîsa bang dikin ku têkoşîn bê mezinkirin. Li nêzî 100 girtîgehan ji bo azadiya birêz Ocalan, rakirina tecrîdê û çareserkirina pirsgirêka kurd greva birçîbûnê hatiye destpêkirin. Îro çalakiya greva birçîbûnê kete roja 65'an. Ji bo tecrîd rabe divê gavên hiqûqî bên avêtin.”   ‘DIVÊ HEMÛ GIRTIYÊN NEXWEŞ BÊN BERDAN’   Di berdewamê de Kirici daxuyand ku heke gav neyên avêtin dê ji encamên neyînî saziyên têkildar berpirsyar bin û wiha pê de çû: “Ji bo em piştgiriyê bidin çalakiyên grevên birçîbûnê yên li girtîgehan, me li Kurdistan û Tirkiyeyê dest bi nobetên edaletê kirin. Divê hemû girtî azad bibin. Daxwazên girtiyan daxwazên me ne. Wê daxwaza me ya azadî û edaletê bidome. Rûyê din ê rejîma tecrîdê jî polîtîkayên li dijî girtiyan e. Divê girtiyên nexweş azad bibin. Em bang li Wezareta Dadê û rayedarên saziyan dikin ku ji bo berdana girtiyên nexweş gav biavêjin.”   Kirici, axaftina xwe wiha qedand: “Ji bo tecrîda li ser birêz Ocalan rabe û birêz Ocalana azad bibe, em bang li jinan, raya giştî û civaka navneteweyî dikin. Divê Wezareta Dadê berpirsiyariya xwe bîne cih.”