Di Doza Kobanê de banga ‘hevrûbûna dîrokî’ li Meclisê hat kirin 2024-01-30 16:22:12 ENQERE - Siyasetmedar Zeynep Karaman di Doza Kobanê de parastina xwe kir û li dijî polîtîkayên înkar û tunekirinê yên li dijî gelê kurd, banga “hevrûbûna dîrokî" li Meclisê kir.    Doza Kobanê ku bi hinceta çalakiyên protestoyî yên di navbera 6-8’ê Cotmeha 2014’an de li dijî êrişên DAIŞ’ê yên ser Kobanê hatin lidarxistin hatiye vekirin û Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) jî di nav de û 18 jê girtî bi giştî 108 kes jê tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê û li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê tê lidarxistin.    Girtiyên siyasî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bûn. Danişîn, bi parastina siyasetmedara kurd Zeynep Karaman berdewam kir. Karaman, parastina xwe bi kurdî kir. Karaman, ji bo tweeta MYK’a HDP’ê ku weke sedema vekirina dozê tê nîşandan wiha got: “Piştî Şengalê li dijî Kobanê êriş hatibû destpêkirin û ji bo pêşîlêgirtina qirkirineke nû hate parvekirin.”    ÊRIŞÊN LI DIJÎ ÊZIDIYAN   Karaman, da zanîn ku dozger hewl dide armanca tweeta behsa xeberê berevajî bike û wiha domand: “Di şexsê Doza Kobanê de em dikarin vê bibêjin; heta ku qirkirina DAIŞ’ê ya li dijî êzidiyan neyê fêmkirin, rêzebûyerên di vê dosyayê de jî nayên fêmkirin. Heta ku sedemên li ser vê xakê rê li ber qirkirinan vedikin neyên derhîkirin, rê li ber van qirkirinan nayê girtin. Israra kurdan a di netewebûnê de û berxwedana wan her çend hinek rê li ber qirkirinê girtibe jî, hêj jî bi qirkirinan re rû bi rû ye. Em vê yekê ji qirkirina DAIŞ’ê ya li dijî kurdên êzidî yên li Şirnexê dizanin. Heta ku maf, nasname, statûya gelê kurd ên li Iraq, Rojava û bakurê Kurdistanê neyên naskirin jî mimkin nîne ji vê gefa qirkirinê xelas bibin.    Li her devera cîhanê em jin dibêjin ‘azadî û jiyana wekhev.’ Ev heqîqet, yek ji heqîqetên herî girîng e. Em ji tecrûbeyên bi hezaran salan ên ji her aliyên cîhanê dizanin ku heta ku kes û civak birêxistinkirî nebin, mimkin nîne ku azadî û jiyan were parastin. Dema bê statû û bêrêxistinî man, rastî qirkirinên mezin tên. NY’ê êrişên hovane yên li dijî êzidiyan weke qirkirin nas kir û weke jinek û kurdek ez vê biryarê birêzdarî silav dikim.    EZ BERXWEDÊRÊN JI AZADIYÊ TAWÎZ NEDAN SILAV DIKIM    Mîna li Şengalê, barbarên DAIŞ’ê hewl dan li Kobanê jî qirkirineke mezin li dijî kurdan bikin. Di serî de zarokên kurd ên li dijî vê li ber xwe dayîn; li Tirkiye û her aliyê cîhanê berxwedaneke enternasyonal pêş ket û rê li ber êrişên DAIŞ’ê yên li dijî Kobanê hate girtin. Ez wan kesên li Kobanê li dijî barbariya DAIŞ’ê li ber xwe dayîn silav dikim. Di serî de Arîn Mîrkan, ez bejna xwe li ber bîranîna berxwedêrên enternasyonal ên li Kobanê ditewînim. Di şexsê Kader Ortakkaya de ez hemû berxwedêrên sînor nas nekirin û herikîn Kobanê bi bîr tînim. Weke jinên kurd ên li dijî qirkirinê li ber xwe dan, yên xwestin vê zîhniyetê parçe parçe bikin, em di têkoşîna azadî û jiyana birûmet de biisrar in.”    BANG LI MECLISÊ KIR   Di berdewamê de Karaman got ku ji ber tiştên di dîroka komarê de qewimîn divê li Meclisê “hevrûbûneke dîrokî” were kirin û wiha bang li Meclisê kir: “Gelê kurd duyemîn mezintirîn neteweye ku di nava sînorên Tirkiyeyê de dijî. Her wiha yek ji avakerên komarê ne. Sînorên rojhilatê Tirkiyeyê di esasê xwe de herêmên kurdan e. Ji ewil divê dewlet dev ji polîtîkayên dijminatiyê berde û bi awayeke wekhev nêzî hemû nasnameyên li welêt bibe. Li gorî vê yekê jî divê hêmayên madî û manewî yên Komara Demokratîk jinûve bên avakirin. Rêya vê jî ji hevrûbeneke dîrokî re derbas dibe. Bi hevrûbûna qirkirinan re dikare rê li ber zîhniyeta rê li ber qirkirinan vedike were girtin û sedemên wê ji holê bên rakirin. Hevrûbûna bi heqîqetê, bi xwe re dê encamên mayînde bîne.”