Parlamenteriya Can Atalay hate betalkirin 2024-01-30 16:45:33 ENQERE - Tevî biryara AYM’ê jî parlamenteriya Can Atalay hate betalkirin.    Li gel ku Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ji bo Parlamenterê TÎP’ê yê Hatayê Can Atalay du caran biryara tehliyeyê da jî, ji ber biryara Dadgeha Bilind nehat tehliyekirin. Serokê Koma AKP’ê Bekir Bozdag, biryara 3’yemîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind li Meclisê da xwendin û parlamenteriya Can Atalay hate betalkirin.    Dedngdayîn di rûniştina girtî de hate kirin û bi dengên AKP-MHP’ê hate erêkirin. Piştre 10 deqe navber hate dayîn û ji bo betalkirina parlamenteriyê dîsa dengdayîn hate kirin. Daxwaza betalkirinê bi dengên AKP-MHP’iyan hate qebûlkirin.    Dema biryar hat xwendin, parlamenterên DEM Partiyê, CHP’ê û partiyên din ên muxalîf li kursiyan xistin û biryar protesto kirin. Parlamenteran got: “Hûn darbeya destûra bingehîn dikin.”