'Ji bo zarokên girtî divê alternatîfên înfazê bên sepandin' 2024-01-31 09:50:57 AMED - Endamê Navenda Mafên Zarokan Parêzer Mazlûm Îlter binpêkirinên ku zarokên girtî bi wan re rû bi rû dimînin nirxandin. Îlter anî ziman ku ji bilî girtinê divê ji bo zarokan modelên alternatîf ên înfazê bên tercîhkirin û Peymana Mafên Zarokan wekî referans esas bê girtin.    Girtiyên li girtîgehên bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê rastî gelek binpêkirinên mafan tên, şert û mercên girtîgehê herî zêde bandorê li komên dezavantaj dike ku di van koman de ên sereke zarok in. Di vê çarçoveyê de Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê, piştî lêkolînên xwe, di 26’ê çileyê de der barê binpêkirinên mafan ên li hemberî zarokên keç ên li Girtîgeha Jinan a Amedê raporek eşkere kir. Baroya Amedê ji bo amadekirina raporê di navbera Îlona 2023 û Çileya 2024’an de bi giştî 15 hevpeyvîn bi 9 keçan re kir.   Endamê Koma Xebatê ya Girtîgeha Zarokan a Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê Mazlûm Îlter, binpêkirinên rû dane nirxandin.    ÎŞKENCE Û MUAMELEYA XIRAB   Îlter anî ziman ku wan di hevdîtinan de gelek binpêkirinên mafan tespît kirine û destnîşan kir ku ev yek ji aliyê bandorkirina li ser zarokan ve îşkence û muameleya xirab e. Îlter da zanîn ku ji zarokên bi bi wan re hevdîtin kirine 4 jê dema ketin girtîgehê lêgerîna tazî li wan hatiye ferzkirin.    Îlter anî ziman ku zarok ji bo li hemberî van travmayan li ber xwe bidin ji piştgiriya dewletê pê par mane û got ku zarok bi tena serê xwe li hember bandorên travmayê têdikoşin.   PEDÊN BÊQALÎTE   Îlter bilêv kir ku di warê xwegihandina stargeh, xurek, tenduristî û dermankirinê de kêm bikin zarok bi hev re tevgeriyane û got: “Dixwazin bi derve re têkiliyê deynin, radyoyek wan hebe, dengan bibihîzin, lê fiyet diyar in. Padên ku ji bo reglê tên dayîn ne biqalîte ne. Nikarin ji kantînê bikirin. Ji ber ku pir biha ne... Di vê demê de zarok bi piştevaniyê hev hewl didin vê pirsgirêkê çareser bikin."   Îlter diyar kir ku divê dema ku zarok ketin girtîgehê ji maf û erkên xwe bên agahdarkirin, lê belê ev mafê wan jî hatiye binpêkirin û wiha got: “Pêvajoyeke bi vî rengî nayê meşandin û em ji tiştên ku zarok ji me re ragihandin fêm dikin ku agahdarkirina di vî warî de ji aliyê karmendên girtîgehê ve hatiye binpêkirin. Zarokan got karmendan ji wan re gotine 'em nikarin we berdin' an jî 'cezayê girtenameyek sal û nîvekê didome'. Ev yek eşkere dike ku karmend vî mafê wan jî binpê kirine."    Îlter, diyar kir ku di dema serdanê de zarokan ji wan re gotiye, “Em daxwaznameyan dinivîsin û radestî gardiyanan dikin, lê belê daxwazên wan nayên bersivandin."    Îlter, da zanîn ku piştî hevdîtinê têkildarî binpêkirinên mafan serî li dozgeriyê dane û gilî kirine û got ku dê vê raporê ji Saziya Mafên Mirovan û Wekheviyê ya Tirkiyeyê (TÎHEK), Saziya Kontrolkirinê ya Ombudsman (KDK), Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê û wezaretan re jî bişînin.    Îlter, bi lêv kir ku wan têkildarî van binpêkirinan hevdîtin bi wekîlê serdozgerê girtîgehê re jî kiriye.   Îlter, anî ziman ku ji bilî girtinê divê ji bo zarokan modelên alternatîf ên înfazê bên tercîhkirin û Peymana Mafên Zarokan wekî referans esas bê girtin û ji bo vê bal kişand ser mînaka Avûstûrya û Zelandaya Nû.   MA/ Rûkiye Adiguzel