Endeksa nelirêtiyê: Tirkiye ji 180 welatan di rêza 115’an de ye 2024-01-31 12:05:34 ENQERE - Rêxistina Şefafiyê ya Navneteweyî encamên nelirêtiyan ên welatan parve kir û Tirkiyeyê ji 180 welatan di rêza 115’an de cih girt. Li gorî encaman, ji sala 2015’an ve li Tirkiyeyê nelirêtî roj bi roj zêdetir bûye.    Li gorî Endeksa Nelirêtiyê (CPI) ya 2023’yan a Rêxistina Şefafiyê ya Navneteweyî; Tirkiye ji 180 welatan di rêza 115’an de ye. Tirkiye par di rêza 101’an de bû û di nava salekê de gelek nelirêtî hatin tespîtkirin û welatên weke Misir, Zambiya û Gambiya jî derbas kir.    JI SALA 2015’AN VE NELIRÊTÎ ZÊDE BÛ   Di navbera salên 2013-2015’an de ku şandeya rayedarên dewletê û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk li Îmraliyê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin dikirin, Tirkiye di Endeksa Nelirêtiyê de di rêza 50’an de cih digirt lê piştî ku pêvajo di 2015’an de bi dawî bû, nelirêtî roj bi roj zêde bû û derket rêza 115’an.    Tirkiye di nava 10 salên dawî de bû yek ji wan welatan ku herî zêde puan winda kirî. Tirkiyeyê li gorî sala 2013’an 14 puan winda kir û 48 welatên din jî derbas kir. Di nava endamên Yekitiya Ewropayê de jî piştî Macaristanê di rêza herî dawî de cih girt. Ji 38 welatên OECD’ê Tirkiyeyê di rêza 37’an û ji welatên G20’ê jî di dawiyê di rêza 4’an de cih girt.