Qers ji bo ‘Meşa Mezin’ amade ye: Em sibe ji bo azadiya Ocalan dikevin rê 2024-01-31 15:28:50   QERS - Bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dê sibe gelek rêxistinên girseyî yên demokratîk û sazî li Qersê starta “Meşa Mezin a Azadiyê” bidin. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari li Qersê axivî û wiha got: “Ji bo azadiya Ocalan û şikandina tecrîdê em dikevin rê.”    Bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di tecrîdeke giran de tê ragirtin, gelek sazî û rêxistinên girseyî yên demokratîk di navbera 1-15’ê sibatê de “Meşa Mezin a Azadiyê” li dar bixin. Starta meşê dê li Qers û Wanê bê dayîn. Tê payîn ku tevlibûneke girseyî çêbibe û 75 aktîvîstên mafên mirovan jî tê de cih bigirin. Baskekî meşê dê li Qersê û baskê din jî li Wanê dest pê bike û li gundê Amara yê Rihayê bi dawî bibe. Dê sibe saet di 12.00’an de li Qersê daxuyaniyeke girseyî bê dayîn. Piştî daxuyaniyê dê parlamenter û nûnerên rêxistinên civaka sivîl biçin serdana esnaf û malbatan û armanca ji meşê vebêjin. Dê serdan tevahiya rojê bidomin û di 2’yê sibatê de jî ber bi Dîgor û Îdirê ve bikevin rê. Amadekariyên ji bo meşê hatin temamkirin. Tê payîn ku şande di saetên êvarê de bên ba hev û amadekariyên dawî binirxînin.    HATÎMOGÛLLARI BANG KIR   Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari dê di baskê meşê yê Qersê de cih bigire. Hatîmogûllari banga tevlibûnê li tevahiya gel kir. Hatîmogûllari ji bo meşê hate Qersê, ji hêla partiyiyan ve hate pêşwazîkirin. Hatîmogûllari li avahiya DEM Partiyê bangî gel kir û got ku dê sibe ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk û rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bimeşin.    ‘DIVÊ RÊYEK WERE VEKIRIN’   Hatîmogûllari bi domdarî ev tişt anî ziman: “Em ji bo azadiya birêz Ocalan û rakirina tecrîdê dimeşin. Em vê meşa mezin sibe ji du baskan didin destpêkirin. Armanca esasî ya meşa me ew e ku piştgiriyê bidin greva birçîbûnê ya li girtîgehan hatiye destpêkirin û Nobeta Edaletê ya dayikan li derve dane destpêkirin e. Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd gelek êş hatin kişandin. Ji bo pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane û demokratîk were çareserkirin, li parlamento, bajar û kolanan çi ji destê me bê em ê bikin. Em ji vir careke din bang dikin; hêj grevên birçîbûnê bi xwe re encamên dilêş neanîn rêyekê vekin. Em ji bo vê yekê meşa azadiyê didin destpêkirin. Banga me li tevahiya gel ew e ku piştgiriyê bidin meşê.”