Nobeta Edaletê: Em tev li Meşa Mezin a Azadiyê bibin 2024-01-31 16:58:13   NAVENDA NÛÇEYAN - Xizmên girtiyan ku çalakiya xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan didomînin, ji bo “Meşa Mezin a Azadiyê” ku dê sibe li Qersê dest pê bike banga tevlibûnê kirin.    Çalakiya Nobeta Edaletê ku xizmên girtiyan û rêxistinên civaka sivîl bi mebesta azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk li gelek bajaran daye destpêkirin berdewam kir.      EDENE   Nobeta Edaletê ya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Akdenîz Edeneyê (AATUHAY-DER) hatiye destpêkirin di roja 59’an de berdewam kir. Çalakî ji hêla Dayikên Aştiyê ve tê domandin û îro rêveberên Rêxistina DEM Partiyê ya Yuregîrê hatin serdana çalakiyê. Di çalakiyê de stran hatin gotin û dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin. Çalakvanan ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan banga têkoşînê li her kesî kirin.      WAN   Nobeta Edaletê ya ku bi pêşengtiya xizmên girtiyan û Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Wanê (WAN TUHAY-DER) li avahiyê rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê hatiye destpêkirin di roja 58’an de dom kir. Komeleya Lêkolînên Çand, Ziman û Huner a Arsîsayê, Rêxistina DEM Partiyê ya Bêgiriyê, şêniyên taxên Beyuzumu û Îstasyonê û gelek kesan serdana nobetê kirin.    ‘TÊKOŞÎNA ME DÊ BIGIHE ARMANCA XWE’    Endamê Lijneya Rêveberiya Komeleya Arsîsayê Faysal Yacan ê di serdanê de axivî, berxwedana girtiyan silav kir û wiha got: “Girtî ketina çalakiya greva birçîbûnê. Bi salane li zindanan li ber xwe didin. Em jî dê her tim ji bo azadiya Abdullah Ocalan têbikoşin. Em bi hêvî ne dê têkoşîna me di demekî kurt de bigihe armanca xwe.”   Siyasetmedarê kurd Yakûp Ataş ê pişt re axivî jî destnîşan kir ku divê daxwazên girtiyan demildest bên bicihanîn û wiha got: “Em hêvî dikin ku çalakî di demekî kurt de bigihe armanca xwe. Ji bo ku ev tecrîda li ser birêz Ocalan bi dawî bibe divê gelê kurd rabe ser piyan.” Nobet bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin jiyan azadî” berdewam kir.    ÎZMÎR   Nobeta Edaletê ya ku bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE TUHAYDER) û Tevgera Jinên Azad (TJA) li avahiya Nûnertiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Îzmîrê hatibû destpêkirin di roja 15’an de berdewam kir. Li eywana çalakiyê dirûşmên “Li dijî tecrîdê berxwedan” , “Ji bo edaletê tecrîdê bişkînin” , “Ji bo aştiya civakî em bibin dengê zindanan” hatin hilayîstin. Di nobetê de gelek caran dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin.    Rêxistina Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) a Îzmîrê hate serdana nobetê.    AMED   Nobeta Edaletê ya ku xizmên girtiyan li Amedê daye destpêkirin di roja 58’an de berdewam dike. Nobet, li avahiya DEM Partiyê ya Rezanê tê domandin û li eywana çalakiyê pankarta “Ji dayikên lehengan hezar silav ji bo zindanan. Em ê bi hêza xwe tecrîdê bişikînin û jiyana azad ava bikin” hatibû daliqandin. Çalakvanan pêşmalkên bi nivîsa “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin. Namzetên hevşaredariyê yên navçeyên Gêl û Rezanê û rêveberên DEM Partiyê yên Pîranê hatin serdana nobetê. Di çalakiyê de beşdaran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”  û “Têkoşîna me roj bi roj mezin dibe” berz kirin.    Xizmên girtiyan ên di çalakiyê de nameya ku girtiyên li Girtîgeha Amedê ji bo piştevaniyê şandibûn xwendin. Di çalakiyê de Reşahat Ada axivî û wiha got: “Em berxwedana birûmet a girtiyan pîroz dikin.”    Di heman demê de xizmên girtiyan ji bo “Meşa Mezin a Azadiyê” ku dê sibe li Qers û Wanê bê destpêkirin jî banga tevlibûnê kirin.