Parlamenter Çûbûk: Divê li dijî tecrîdê sosyalîst berpirsyartiyê bigirin 2024-02-01 09:00:33 ÎZMÎR - Parlamentera Îzmîrê Bûrcûgul Çûbûk bi bîr xist ku gelê kurd demekî dirêj e li dijî tecrîdê li ber xwe dide û wiha got: “Tevgerên sosyalîst weke ku tecrîd di jiyana wan de nîne tevdigerin. Tecrîd di nava jiyana me de heye û divê sosyalîst berpirsyariyê qebûl bikin.” Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê 25 sal in li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê tê ragirtin, 35 meh in agahî nayên wergirtin. Serlêdanên ku malbat û parêzer ji bo Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê tên ragirtin dikin, bi awayekî sîstematîk tên astengkirin. Kurd li dijî tecrîdê li çar aliyê cîhanê li ser piyan e. Di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” de li girtîgehan ji 27’ê Mijdarê ve çalakiya greva birçîbûnê û li derve jî Nobeta Edaletê berdewam dike. Di çarçoveya vê kampanyayê de dê ji Qers û Wanê meş bên destpêkirin. “Meşa Azadiyê ya Mezin” ku dê heta 15’ê Sibatê berdewam bike, dê li gundê Amarayê yê Rihayê bi dawî bibe.     Parlamentera Îzmîrê Bûrcûgul Çûbûk   TECRÎD BELAV BÛ    Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Bûrcûgul Çûbûk, li ser tecrîda li Îmraliyê, bandorên tecrîdê û têkoşîna ku divê bê dayîn nirxandin kirin. Çûbûk, destnîşan kir ku tecrîda ku ji sala 1999’an ve tê meşandin 3 sal in veguheriye tecrîdeke mûtleq û bi lêv kir ku armanca bingehîn a avakirina Îmraliyê, tecrîda giran e. Çûbûk, bi lêv kir ku bi tecrîdkirina Rêberê Gelekî ya li Îmraliyê qûtkirina têkiliya bi gel re ye û wiha got: “Girtiyên di encama hewldayîneke mezin sewqî Îmraliyê hatin kirin û pişt re paş ve anîn jî bi tecrîdeke giran re rûbirû ne. mînak, Mînak tevî Mehmet Saît Yildirim ê li Girtîgeha Hejmara 1’an a Bûcayê tê ragirtin, nexweşê giran e û ji berdana wî re salek maye jî ji ber fermaneke di holê de nîne bi tena serê xwe tê ragirtin. Tecrîda li Îmraliyê dest ji kesên rêya ketiye Îmraliyê bernade. Ji ber vê yekê berdelên civakî yên ji bo tecrîdê jî hene.”   DIVÊ MIROV TECRÎDÊ BI TEMAMÎ QEBÛL NEKE   Çûbûk a bal kişand ser çalakiya gireva birçîbûnê ya li girtîgehan û çalakiyên bi hin awayan berdewam dike û wiha got: “Tecrîd ji tîpên S ên girtîgehan belavî hemû girtîgehan bûye. Li van deran armanc dikin ku kes derbarê xwe bi xwe de jî tişteke nefikire. Tişta li civakê jî hedef digirin ev e. Heta ku civak bi tecrîdê re ne têbikoş e li dijî pergala tecrîdê teslimiyet derdikeve holê. Mekanîzmaya tecrîdê bêrêxistinkirinê bi xwe re tîne. Ji ber vê yekê divê mirov pergala tecrîdê bi temamî qebûl neke.”   ‘EM LI TIRKIYEYÊ KÊM MAN’    Çûbûk, anî ziman ku rizîbûna civakî nikare ji polîtîkayên tecrîdê cuda were fikirîn û bi lêv kir ku li dijî tecrîdê li Tirkiyeyê piştevanî kêm maye. Çûbûk, tevgerên sosyalîst ku weke tecrîd di nava jiyana wan de nîne tevdigerin rexne kirin û wiha lê zêde kir: “Tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd di nav jiyana me de heye. Ji bo wê jî divê mirov têbikoşe. Tişta dikeve berê sosyalîstên tirkiyeyî ew e ku vê berpirsyartiyê bi rêxistin bikin. Divê em vê qebûl bikin. Li aliyê din girtiyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê de ku di girtîgehê de amûra wan a herî dawiye kirin. Lê li derve amûrên me yên cuda cuda hene. Divê mirov van bi awayekî bibandor bikarbînin.”   ‘EM FIKARAN DEYNIN ALIYEKÎ’    Çûbûk, diyar kir ku polîtîkayên tecrîd û şer desthilatê li ser piyan dihêle û wiha got: “Ji ber vê yekê divê em qebûl bikin ku paşveçûneke herî biçûk a di polîtîkayên şer û tecrîdê de dê bibe têkçûna faşîzmê. Lewma tecrîd bandorê li jiyana me hemûyan dike. Şovenîzmeke cidî heye ku refleksên civakî yên ku sîstem ji xwe re esas digire jî pûç dike. Ji bo şikandina vê yekê pêdivî bi qadeke fikirînê heye. Di kesayeta AKP’ê de ji ber ku me ji xwe re bingeha rewabûnê afirandiye, li dijî neyîniyan dikarin li ber xwe bidin. Me ev yek bi mezinkirina şovenîzm û neteweperestiyê, ya bi gotina 'Tirkiye ji destan diçe' kir. Tirkiye tu carî ne bûye ya gelan, ne çîna karker ne jî jinên li vir dijîn. Ji ber vê yekê divê em van fikaran deynin aliyekî, jiyana xwe bigirin dest, paşve gav avêtina polîtîkayên tecrîd û şer, paşve gav avêtina faşîzma AKP’ê û MHP’ê û têkbirina wan e.”   MA / Tolga Güney