DEM Partî komcivîna xwe ya di 6’ê sibatê de dê li Hatayê pêk bîne 2024-02-01 10:58:54   ENQERE - DEM Partî dê komcivîna xwe ya di 6’ê sibatê de li Hataya ku erdhejê hilweşandibû pêk bîne.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi boneya salvegera erdhejên di 6’ê sibatê de navenda wan Mereşê çêbûn, dê komcivîna xwe ya heftane li Hatayê pêk bîne. Di komcivînê de dê Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari biaxive. Tê payîn ku temamê Koma Meclisê ya partiyê tev li komcivînê bibe. Hatîmogûllari û şandeya pê re dê di heman rojê de her wiha tev li bernameyên bîranînê bibin.    Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan û şandeya pê re jî dê di çarçoveya heman bernameyê de li Meletî û Semsûrê bin.