Bayindir: Em ê tecrîdê bişikînin, azadiyê pêk bînin Bakirhan: Abdullah Ocalan sermuzakerevan e 2024-02-01 12:44:32   WAN - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir di starta “Meşa Mezin a Azadiyê” ya Wanê de axivî û got: “Em ê tecrîdê bişikînin. Em ê bikin ku Ocalan azad bibe.” Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî ev tişt anî ziman: “Di çareserkirina pirsgirêka kurd de Ocalan, sermuzakerevan e.”    Partiyên siyasî û rêxistinên girseyî yên demokratîk, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, rakirina tecrîdê û çaresekirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk, îro li Wan û Qersê starta “Meşa Mezin a Azadiyê” dan. Ji bo meşa ku dê di navbera 1-15’ê sibatê de bê lidarxistin, li Wanê daxuyanî hate dayîn.    BAKIRHAN: MA NEÇARESERÎ ÇI DIDE QEZENCKIRIN?    Piştî xwendina metna hevpar, siyasetmedar axivîn. Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan diyar kir ku pirsgirêka kurd nayê çareserkirin, aloziya heyî dê bi dawî nebe. Bakirhan, da zanîn ku sedema krîza aborî û “domandina pergala riziyayî ye” jî neçareserkirina pirsgirêka kurd e.    Di berdewamê de Bakirhan ev tişt anî ziman: “Pirsgirêka kurd û komar hema hema di heman temenî de ne. Mixabin hewl dan di sedsala yekemîn a komarê de pirsgsirêka kurd bi rêya tunehesibandin û zextê çareser bikin. Hema hema 40 salên ewil ên komarê bi serhildanan derbas bûn. Çaryeka dawî jî bi polîtîkayên tecrîdê derbas bûn. Divê mirov bipirse, gelo neçareserkirina pirsgirêka kurd çi bi gelên Tirkiyeyê, kedkar, kurdan û tevahiya Tirkiyeyê dide qezenckirin?”   ‘KURD HÊMAYÊN ESASÎ YÊN KOMARÊ NE’    Di berdewamê de Bakirhan wiha got: “Ma çareserkirina pirsgirêka kurd dê zirarê bide kê? Zirara wê ji bo tu kesî nîne. Gelê kurd gelekî cuda ye û zimanê wan heye. Bi hezaran sala ye li ser vê erdnîgariyê dijî. Yek ji avakarên sereke yên komarê ne. Dema komar dihat avakirin bi can û xwîna alîkarî da. Her tim qeder û pêşeroja xwe bi ya gelên Tirkiyeyê re wekî hev dît. Lê qebûlnekirina cudahiyan, dê tiştekî bi Tirkiyeyê nede qezenckirin. Divê sedsala duyemîn weke sedsala yekemîn nebe. Divê pirsgirêka kurd êdî bi awayekî cidî bigirin dest û bi rêya guftûgo û muzakereyan bê çareserkirin. Dibe ku hûn pirsa dê çareseriya wê çawa be bikin. Çareserkirina wê gelek hêsan e. Gelê kurd di rêveberiyên xwe de muxatabên xwe afirandî ye. Di çareserkirina pirsgirêka kurd de muxatabên gelê kurd pir zelal in. Di pêvajoya çareseriyê de ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd îradeyeke cidî hatibû raberkirin.   BIRÊZ OCALAN SERMUZAKEREVAN E    Gelê kurd li her devera lê dijîn daxwaza mafên xwe dikin û dixwazin ziman û nasnameya xwe bi awayeke azad bijîn. Heke hûn bixwazin vê meseleyê çareser bikin, heke hûn bixwazin ji şer û tundiya li Rojhilata Navîn xwe xelas bikin, vaye werin em çareserkirina pirsgirêkê hêsan bikin. Em amade ne ku di vê mijarê de tişta ji destê me tê bikin. Îradeya ku birêz Ocalan di pêvajoya çareseriyê de raber kiribû, îradeya rast e. Me duh piştgirî da wî û îro jî didin. Ji bo Tirkiyeyeke demokratîk,  wekhev û adilane ku kurd û elewî jî xwedî heman mafan bin, rayedar û rêveberên dewletê vedixwînin ser maseyê û muzakereyan. Di vê mijarê de birêz Ocalan sermuzakerevanê kurdan e. Gelek caran ev rastî hate vegotin. Ev meş di heman demê de firsendeke. Pirsgirêka kurd êdî veguheriye pirsgirêkeke navneteweyî lê pirsgirêk li Tirkiyeyê ye. Dikare li Amed û Enqereyê bê çareserkirin.    MUXATAB OCALAN E   Em careke din ji aqilê dewletê re dibêjin; ji bo ku ev pirsgirêk di qada navneteweyî de weke çoyekî neyê bikaranîn, divê ev pirsgirêk bê çareserkirin. Muxatab diyar in. Muxatabê herî girîng jî birêz Ocalan e. Lewma jî divê tecrîda li ser birêz Ocalan bê rakirin, derfetên azadiya wî bên afirandin û pirsgirêka kurd bi rêyên guftûgo û muzakereyan bê çareserkirin. Ev Meşa Azadiyê jî dê ji bo vê mijarê sûdewer be. Hêvîdarim ku îktîdar û dewleta ku ev sedsal e çavê xwe ji vê girtî îcar perspektîfa xwe gihandina Tirkiyeya demokratîk deyne pêşiya xwe. Û hewl bide vê pirsgirêkê bi muxatabê wê re çareser bike.”    BAYINDIR: EM Ê BIKIN KU OCALAN AZAD BIBE   Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî ev tişt anî ziman: “Em ê heta 15’ê Sibatê li bajar û navçeyên Kurdistanê bigerin. Em ê meqseda ji meşê bigihînin gel. Em niha li vir bi 37-38 kesan dest bi meşê dikin. Lê hêza me mezin e. Dilê bi hezaran, bi milyonan kesên aştiyeke birûmet dixwazin bi me re ye. Em pêşengtiya aştî û azadiyê dikin. Dê ev meş bigihije armanca xwe. Armanca vê meşê tenê daxwazên gelê kurd nînin, di heman demê de daxwazên gelên bindest û gelên Rojhilata Navîn e. Me îro çirayek vêxist û hêvîdarim ku ev çira tevahiya Kurdistan û Rojhilata Navîn ronî bike. Dê bi xwe re rojên azad bîne. Em dixwazin gel û dostên me bişopînin û piştgiriyê bidin. Hêvîdarim ku bi meşa xwe em tecrîdê bişikînin. Bi vê meşa xwe em ê azadiya birêz Ocalan pêk bînin. Em xwedî îrade ne, heta ku îradeya me hebe jî em ê bi ser kevin.”    KAYA: NIFTEYA AŞTIYÊ LI ÎMRALIYÊ YE    Hevseroka Wan MEBYA-DER’ê Hanim Kaya jî diyar kir ku tecrîda li ser Îmraliyê îro li tevahiya civakê belav bûye. Kaya, got ku nifteya aştiyê li Îmraliyê û ew jî ji bo azadiyê tev li meşê bûne. Hevseroka MED TUHAD-FED’ê Emîne Kaya jî got ku dema tecrîda li Îmraliyê bi dawî bû, dê zilim jî hilweşe.     ÇÎFTYUREK: BI QANÛNÊN XWE BIKIN    Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Sînan Çîftyurek jî bi lêv kir ku sedema krîza aborî şerê li dijî kurdan û tecrîda li ser Abdullah Ocalan e. Çîftyurek, got ku ji bo astengkirina siyaseta gelê kurd tecrîd tê kûrkirin û got: “Banga me ji bo dewletê ew e ku bi qanûnên xwe bike. Tecrîdê bi dawî bikin û pêşiya gelan vekin.” Parlamentera DEM Partiyê Çîçek Otlu jî girtiyên di greva birçîbûnê de silav kir û da zanîn ku dê di navbera 1-15’ê sibatê de li qadan bin.    Meşvan, piştre jî derbasî Parka Mûsa Anter bûn.