Odeya Avahîsazan: Hûn li Zindana Amedê çi vedişêrin? 2024-02-01 14:50:12   AMED - Komîsyona Girtîgehan a Odeya Avahîsazan a Amedê ji ber pêvajoya veguherîna muzeyê ya Zindana Amedê bi zelalî nayê meşandin bertek nîşan da û wiha got: “Ji kê çi tê veşartin? Hûn bermayiyên ku şahidî li îşkenceyên hovane kirine ji holê radikin? Em bi fikarin.”   Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Odeya Avahîsazan a Amedê ya girêdayî Yekitiya Odeyên Avahîsaz û Endezyaran a Tirk (TMMOB) têkildarî rewşa Girtîgeha bi Hejmara 5’an a Amedê (Zindana Amedê) ku hate aşkerekirin dê bikin muze, civîna çapemeniyê li dar xist. Di civîna ku li avahiya xizmetê ya odeyê hate kirin de pankarta “Em dipirsin, di avahiya Girtîgeha Leşkerî ya bi hejmara 5’an de ji bajêr çi tê veşartin?” hate daliqandin. Di daxuyaniyê de endamên komîsyona girtîgehê Şerefxan Aydin axivî.    ODEYA AVAHÎSAZAN TEV LI PÊVAJOYÊ NEHATE KIRIN    Aydın, qala pêvajoya amadekirina projeya Girtîgeha Leşkerî ya bi Hejmar 5’an a Amedê ku cihê bîra kolektîf a gelê kurd û tevahiya civakê ye kir û got: “Têkildarî veguherîna Girtîgeha Amedê ya navenda çandê û muzeya etnografyayê biryar hatibû dayîn. Çi me weke odeya avahîsazan çi jî kes û saziyên cûda hewl dan mudaxilî vê pêvajoyê bibin lê bi tu awayî ev daxwaza me nehate qebûlkirin.”   ‘XEBAT BI AWAYEKÎ VEŞARTÎ TÊN BIRÊVEBIRIN’    Aydin, destnîşan kir ku divê projeyên wiha ku xîtabî temamê civakê dikin tenê ji insafa fîrmayeke avahîsaziyê re neyê hiştin û wiha berdewam kir: “Lê belê projeyên bi vî rengî divê ji qonaxa yekemîn heta dawiyê bi rengekî ku ji beşdariyan re bi awayekî vekirî werin meşandin ku fikar û guman dernekevin holê. Mixabin xebat heta niha ji şahidên demê, raya giştî, rêxistinên sivîl ên civakî û pîşeyî bi awayekî veşartî tê birêvebirin. Odeya Avahîsazan saziyeke pîşeyî ya makeqanûnî ku ji bo sûda civak û cemaweriyê dixebite ye. Ji ber vê yekê di xebateke ku mijara wê bajêr, cih û bîr be de odaye avahîsazan xwe berpirsyar dibîne. Ji xwe mirovan ku bi hestiyar in û gel serî li odeya me didin û dipirsin ku li girtîgehê çi diqewime?”   ‘SAZÎ SÛC DIKIN’    Aydin bi bîr xist ku ji bo hemû fikaran ji holê rakin di 16’ê tebaxa 2023’yan de ji bo ku li kampusa girtîgehê tiştên diqewimin lêkolîn bikin destûrê bidin û rewşa heyî belge bikin serî li Midûrtiya Bîrdariyan a Rolove dane. Aydin destnîşan kir ku hêj bersivek ji serîlêdanê wan re nehatiye dayîn û wiha berdewam kir: “Li ser vê yekê me di 29’ê îlona 2023’yan de rasterast serî li Wezareta Çand û Tûrîzmê da lê me hêj bersivek ji wezaretê negirtî ye. Ev sazî bi nebersivdayîna nivîsên me sûc dikin.”   BANGA HESTIYARIYÊ    Aydin, banga hestiyariyê li raya giştî kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Çima pêvajoya projeyê bi zelalî nayê birêvebirin, ji kê çi tê veşartin? Çima destûr nayê dayîn ku em li qadê lêkolînan bikin? Hûn bermayiyên ku şahidî li îşkenceyên hovane kirine ji holê radikin? Em ji vê feraseta rêveberiyê bi fikar in! Em bi fikar in ji ber ku Sûr şewitandin û xera kirin dîrokeke çêkirî ava kirin! Em bi fikarin ji ber ku Heskîf bi awayekî zindî di bin avê de hiştin! Em bi fikarin ji ber ku Geliyê Godernê niha bi dînamîtan diteqînin! Ji ber ku me gelek kiryarên bi vî rengî yên vê ferasetê dîtine ji tiştên ku li Girtîgeha bi Hejmara 5’an a Leşkerî diqewimin bi fikarin. Ji ber vê yekê em bang li raya giştî dikin ku li dijî vê yekê bi hestiyar bin. Em bang li saziyên têkildar jî dikin; bêyî ku li kampusa girtîgehê tabloyeke ku jêvegerîna wê pêkan nebe derkeve holê em dixwazin ku ji bo em li qadê lêkolînê bikin derfet ji me re bên avakirin!”