Li Êlihê Nobeta Edaletê hate destpêkirin 2024-02-01 15:21:32   ÊLIH - Li Êlihê Nobeta Edaletê hate destpêkirin û di çalakiyê de dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” hatin berzkirin.    Bi mebesta azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk, xizmên girtiyan û rêxistinên civaka sivîl ên li Êlihê, Nobeta Edaletê dan destpêkirin. Nobeta Edaletê bi pêşengtiya Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) a Êlihê hate destpêkirin. Namzetên Şaredariya Êlihê yên DEM Partiyê Gulistan Sonuk û Mehdî Oztuzun, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJa), endamên MEBYA-DER, Hewldana 78’an, rêxistina HDP’ê û gelek welatî tev li nobetê bûn. Piştî daxuyaniyê, beşdaran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” berz kirin.    BANGA HESTIYARIYÊ    Endamê Hewldana 78’an Omer Kurt ku tev li çalakiyê bû axivî û banga hestiyariyê kir. Kurt, wiha got: “Ev demekî dirêje tecrîdeke giran li ser birêz Abdullah Ocalan heye. Ev tecrîd îro li tevahiya welêt û girtîgehan belav bûye. Li girtîgehan binpêkirinên mezin hene, tehliye tên şewitandin, girtî jiyana xwe ji dest didin û binpêkirinên mezin li dijî girtiyan tên kirin. Ev yek jî zirarê digihînin aştiya civakî. Ji bo ku em bala raya giştî bidin ser vê mijarê, em dest bi nobetê dikin. Em bang dikin ku ev tecrîda girankirî were şikandin. Di serî de birêz Abdullah Ocalan, em dixwazin derhiqûqtiyên li tevahiya girtîgehan bi dawî bibin. Banga me li her kesî ew e ku li dijî vê rewşê xwedî helwest bin û dengê xwe derxînin.”    Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Sûltan Azboy jî bertek nîşanî zext û zordariya li girtîgehan tê kirin û banga hestiyariyê li raya giştî kir. Piştî axaftinan jî girse derbasî avahiya DBP’ê ya Bajar bû û dest bi Nobeta Edaletê kirin.