Nobeta Edaletê: Dem dema azadiyê ye 2024-02-01 16:35:54 NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakvanên Nobeta Edaletê ya li gelek bajaran didome, gotin: “Dem dema azadiyê ye” û diyar kirin ku dê çalakiyê mezin bikin.  Çalakiya Nobeta Edaletê ku xizmên girtiyan û rêxistinên civaka sivîl bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk li gelek bajaran daye destpêkirin berdewam kir.   WAN   Nobeta Edaletê ya ku bi pêşengtiya xizmên girtiyan û Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Wanê (WAN TUHAY-DER) li avahiyê rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê hatiye destpêkirin di roja 59’an de dom kir. Hevserokê TUHAY-DER’ê Çetîn Ûyar ê di nobeta serdan didomin de axivî, wiha got: “Divê weke gelê kurd êdî em azad bibin. Li cîhanê 50 milyon kurd hene û mafên wan hatine xespkirin. Kurdên li her çar parçeyên Kurdistanê ne, heta ku nebin yek nikarin azad bibin. Em tev li ‘Meşa Mezin a Azadiyê’ bûn. Em ê ji bo birêz Ocalan û gelê kurd çalakiya xwe mezin bikin. Her wiha em ê her tim piştevaniya çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan daye destpêkirin bikin. Em ê bigihin armanca xwe û em ê azadiya fizîkî ya birêz Ocalan bi dest bixin.”   Namzeta DEM Partiyê ya Hevşaredariyê ya Rêya Armûşê Canan Ûzûnay jî bal kişand ser “Meşa Azadiyê” ya li Wan û Qersê hatiye destpêkirin û wiha got: “Me dît ku xwedîderketineke zêde ji bo Ocalan heye. Tevî hemû zehmetiyan û astengiyan meş didome. Heta ku tecrîda li dijî birêz Ocalan û girtiyan rabe dê têkoşîna me bidome. Her wiha em dixwazin bêyî ku çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan veguhere rojiya mirinê daxwazên wan werin bicihanîn. Heta ku daxwaz werin bicihanîn çi ji destê me bê em ê bikin.”   Nobetê bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berdewam kir.     AMED   Nobeta Edaletê ya ku xizmên girtiyan li Amedê daye destpêkirin di roja 59’an de berdewam dike. Nobet, li avahiya DEM Partiyê ya Rezanê tê domandin û çalakvanan pêşmalkên bi nivîsa “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin. Nobeta ku ligel tilîliyan stranên berxwedanê hatin gotin, tevahiya rojê bi serdanan dewam kir.    Di nobetê de her tim dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” û “Em ê bi berxwedanê serbikevin” hatin berzkirin.   MÊRSÎN    Çalakiya Nobeta Edaletê ya ku bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çûkûrovayê (Çûkûrova TUAY-DER) hatiye destpêkirin jî li avahiya komeleyê berdewam kir. Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û rêxistinên DEM Partiyê yên navçeyan beşdarî nobetê bûn. Di çalakiyê de her tim dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” , “Jin jiyan azadî” û “Ji tecrîdê re na, ji Ocalan re azadî” hatin berzkirin.    Hevseroka DEM Partiyê ya Mezîtliyê Zeynep Kavak a beşdarî nobetê bûyî, bang ki rku ji bo daxwazên têkildarî pêk anîna azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd bên qebûlkirin divê têkoşîn û piştevanî were mezinkirin. Hunermend Ramazan Eren ê tev li çalakiya nobetê bûyî jî bi çalakvanan re stran gotin.    EDENE   Nobetê Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Akdenîz Edeneyê (AATUHAY-DER) hatiye destpêkirin di roja 60’emîn de berdewam dike. Di çalakiya ku Dayikên Aştiyê didomînin de azadiya Abdullah Ocalan hate xwestin.    MÊRDÎN    Çalakiya Nobeta Edaletê ya ku li avahiya Rêxistina DBP’a Mêrdînê hatiye destpêkirin didome. Di çalakiya ku stran hatin gotin de beşdarvanan bi klamên dengbêjiyê avêtin ber hev. Yek ji welatiyan Ramazan Kalkan ê serdana çalakiyê kir, wiha got: “Ev têkoşîn dê azadiya gelê kurd û birêz Ocalan bîne. Em ji vir heta Îmraliyê silavê ji hemû hevrêyan re dişînin. Em dizanin ku tu tişt heta bedel neyên dayîn nabe. Azadî û hebûn heta bedel neyê dayîn nabe. Em bi hêvî ne, em ê encama van bedelan di demekî nêzîk de bi dest bixin.”   Kalkan, da zanîn ku çalakiyên li çar aliyên cîhanê dişopînin û xwest ku dewletên cîhanê di vê mijarê de dirûst û samîmî bin. Kalkan, wiha dirêjî da axaftina xwe: “CPT û Parlamentoya Ewropayê çima peywîra xwe bi cih naîne? Divê li gorî qanûnên xwe tevbigerin. Kurdan her tim xwişk û biratiya gelan parast lê weke berf û baranê bombe li ser wan tên barandin. Vê nabînin? Kor bûne? Divê hem rêveberên dewletên cîhanê hem jî rêveberên Tirkiyeyê bi aqilane tevbigerin û li gorî wê tevbigerin.”   STENBOL    Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) li Stenbolê hatiye destpêkirin li avahiya DEM Partiyê ya Esenyûrtê di roja 51’an de berdewam kir. Li eywana çalakiyê pankartên “Ji bo avakirina jiyana azad em tecrîdê bişikînin, bibin dengê zindanan” û “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiyê bibin dengê zindanan” hatibû hilayistin. Çalakvanan pêşmalkên li ser bi kurdî û tirkî “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin û gelek caran dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî Serok Apo” berz kirin.     Endam û rêveberên Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên xwe Windakirine re ya Anatoliyayê (ANYAKAY-DER), rêxistinên DEM Partiyê yên Buyukçekmece, Esenler û Sariyerê û Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê serdana saziyên sivîl ên civakî û welatiyan kir. Di çalakiya ku pirtûkên Abdullah Ocalan lê hatin xwendin de bi hev re stranên kurdî hatin gotin. Rêveberê ANYAKAY-DER’ê Halîm Dogan ê di serdanê de axivî, bal kişand ser komploya navnetewî ya li ser Abdullah Ocalan û wiha got: “Îro li Kurdistanê ji ber komploya 15’ê sibatê starta “Meşa Azadiyê” hate dayîn. Ji birêz Ocalan re 3 sal in tu agahî nayên wergirtin. Ev tecrîd bi awayekî sîstematîk berdewam dike. Ji bo ku em serbikevin divê em têbikoşin.”