Hevseroka KNK’ê: Metirsî li ser statuya Herêma Kurdistan û gelê kurd heye 2024-02-01 18:57:15     NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Kongreya Netewî ya Kurdistan (KNK) Zeyneb Murad got: “Pirsgirêk û aloziyên herêmî zêde bûne. Vê yekê jî bandorek nerênî li ser pirsgirêka gelê Kurd ya li Bakur, Rojava, Rojhilat û Başûrê Kurdistanê kiriye. Niha metirsî li ser nemana Hikûmeta Herêma Kurdistanê û statuya Herêma Kurdistanê çêbûye.”   Îro li nûnertiya KNK’ê ya li Hewlêrê bi amadebûna Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad, parlementerên DEM Partî û kesayetên biyanî, têkildarî metirsiyên li ser gelê Kurd û Kurdistanê civînek çapemeniyê lidarxist. Di civîna çapemeniyê de daxwaz ji aliyên siyasî û kesayetên Başûrê Kurdistan û her çar parçên Kurdistanê hat kirin ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd bixebitin.   Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad di civîna çapemeniyê de axivî û got: “Pirsgirêk û aloziyên herêmî zêde bûne. Vê yekê jî bandorek nerênî li ser pirsa gelê Kurd ya li Bakur, Rojava, Rojhilat û Başûrê Kurdistanê kiriye. Niha metirsî li ser nemana Hikûmeta Herêma Kurdistanê heye.”   Hevseroka KNK’ê îşaret bi êrişên dewleta tirk û Îranê yên li ser Başûrê Kurdistanê jî kir û got: “Êriş û topbaranên dewleta Tirk û Îranê yên li ser Başûrê Kurdistanê, destkeftiyên gelê Kurd xistiye di jêr metirsiyê de. Ji ber wê heta çareserî ji doza rewa ya gelê Kurd re neyê dîtin, wê metirsiya welatên cîran a li ser gelê Kurd berdewam bike.”   Zeyneb Murad destnîşankir ku armanca êrişên dewleta tirk ên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê ji bo tinekirina gelê Kurd û tevgera rizgarîxwaz a gelê Kurde. Zeyneb Murad got: “Dewleta Tirk hewl dide destkeftiyên Başûrê Kurdistanê tine bike û şerê navxweyî di nava Kurdan de derxe. Ji bona wê giringe aliyên Kurdî hewla destpêkirina pêvajoya aştiyê bidin.”   Der barê azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan de jî Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad got: “Azadiya fizîkî ya birêz Ocalan ya ji bo doza rewa ya gelê Kurd wê bibe bingehê pêvajoya aştiyê. Wê bi azadiya Ocalan re dawî li êrişên dewleta Tirk werin. Wê ti behaneyek ji bo êriş û operasyonan nemîne. Ji bo wê erkê saziyên ragihandiniyê ye ku rola xwe ji bo azadiya birêz Ocalan bilîzin.”   Di dawiyê de jî Zeyneb Murad got: “Tecrîda giran a li ser birêz Ocalan tê wateya çaresernekirina pirsgirêka gelê kurd. Ji ber wê ev jî ziyanê digihîne gelê Kurd û herêmê. Ji bona wê daxwaz ji hêz û aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê û kesayetan dikîn helwest li dijî tecrîda li Îmraliyê nîşandin.”   Piştre Wezîrê Berê yê Dadê yê İslandayê Ugmandur Yunasun jî axivî û got: “Agahiya me jê heye ku Tirkiye bi hezaran çalakvan û azadîxwazên Kurd xistiye di girtîgehan de, di ser hemûyan re jî birêz Ocalane ku ev 25 salin li Îmraliyê ye. Îmralî bûye taqîgehek ya çewisandina azadiyan.”   Ugmandur Yunasun îşaret bi êrişên dewleta Tirk jî kir û got: “Tirkiye li sinorên Herêma Kurdistanê tevliheviyan derdixe. Tawanên wê yên li dijî gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê berdewam dike.”   Yunasun di dewamê de got: “Birêz Ocalan her tim ji bo aştiyê û bi dawî anîna şer hewildanan kiriye. Ji bona wê giringe Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê yekgirtina xwe çêkin û li dijî çewisandinan xebat bikin.”   Di dawiyê de jî Ugmandur Yunasun got: “Em hewl didin destdirêjî û tawanên artêşa tirk ên li dijî gelê Kurd nîşanî welatên Ewropa û parlementoya Ewropayê bikin. Her wiha emê êrişên Îranê yên li ser gelê Kurd jî bixin rojevê.”